Ehwan Çîyako: Li Îranê potansiyela Xeta Sêyemîn zêde ye
Endamê Meclisa PJAKê Ehwan Çîyako anî ziman ku Komara Îslamê ya Îranê 47 sal in mafê gelan binpê dike û got: “Gelê Îranê pêşengiya Kurdan qebûl dikin. Me di Şoreşa Jin Jiyan Azadî de dît. Li Îranê potensiyela Xeta Sêyemîn gelek zêde ye. Xebatên me dê ji bo Hevpeymaniya gelê Îranî jî bidome.”

Li Îranê şerê Îsraîl û Amerîka ku di 28ê Sibatê de dabû destpêkirin, 24 roj li pey xwe hişt. Şerê hewalî bi balefiran û moşekan didome. Li aliyê din li gorî agahiyên herêmê û medyaya Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îran hêzên xwe yên li herêmên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir dike. Ji bo paraztina gel û yekîtiya partiyan, 7 partiyan di 22ê Sibatê de Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ava kir. Hevpeymaniyê der barê êrişên Îranê yên li ser Rojhilat û Herêma Kurdistanê de bi daxuyaniyekî bang Netewên Yekbûyî (NY) kir. Xwest êrîşên Îranê yên li herêmê bi dawî bibin û şer raweste.
Endamê Meclisa PJAKê Ehwan Çiyako der barê geşedanên dawî yên li Îranê û Yekîtiya kurdan nirxandin kir.
Ehwan Çiyako ewil li ser bandora şerê Îsraîl û DYA yê li ser Îranê ku li ser gelê Kurdistanê pêş dixe nirxandin kir û wiha got: “Ev şer gelê kurd û Kurdistanê Eleqeder dike. Bi taybet gelê kurd ê li Rojhilat eleqeder dike. Ji ber ku şer li Îranê ye û gelê Rojhilat di nava vî şerî de ye. Şer di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de pêk tê. Lê divê em zanibin ku sedema vî şerî siyaseta dewleta Îranê ye. Îran 47 sal in siyaseteke şaş dimeşîne. Dewleta Îranê mafê neteweyên di nava sînorê xwe de binpê dike. Mafê wan nade wan. Li dijî jinan, ciwanan û civakê, siyasetek pir şaş dimeşîne. Li herêmê jî rewşeke aloz çêdike. Sedema rewşa aloz li aliyekî Îran e, li aliyê din dewletên derve yên ku Îranê ji bo berjewendiyên xwe asteng dibîne ye. Hêzên derve dixwazin Rojhilata Navîn ji nûve li gorî xwe saz bikin. Li Îranê gelek netewe, civak û tevgerên demokratîk hene. Gelên din, gelê kurd, rêxistin û tevgerên din ên li Îranê li azadiya xwe digerin. Li pey demokrasiyê ye.”
Derfet jî hene û metîrsî jî hene
Ehwan Çiyako anî ziman ku rewşa niha ji bo gelê kurd hem derfet çêkirine û hem jî metirsî zêde kirine û wiha berdewam kir: “Gelê kurd ku li azadiyê digere, eger ku îro em yekîtiya xwe pêş nexin, xwe bi rêxistin nekin, ruhê neteweyî pêş nexin û di aliyê siyasî de em bi şiyarî gavan neavêjin, dikarin metirsyên mezin ji bo gelê kurd û gelên din bînin. Lê eger em hişyar bin, yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin, xwe bêtir bi rêxistin bikin, di aliyê parastinê e şiyar bin û gavên xwe bi zanebûn bavêjin, li gorî berjewendiyên gel tev bigerin derfet hene. Dewleta ku 47 sal in mafê gelê kurd qebûl nekiriye derfet hene.
Şoreşa Jin Jiyan Azadî gel nêzî hev kir
Li ser vî esasî, gelê Rojhilat û Partiyên li Rojhilat hatim cem hev û Hevpeymaniyek ava kirin. Ev hevpeymanî di rojekê de û ji nişva ve çênebû. Partiyên kurdan bi salan e bi hevre di diyalogê de ne. Bi tayetî piştî Îlona 2022an Şoreşa Jin Jiyan Azadî partiyên kurdan li gorî çanda Jin Jiyan Azadî bêtir nêzî hev bûn. Di hêzên siyasî de guhertin çêbûn. Piştî vê şoreşê partiyan bêtir xwestin bi hevre xebatê bikin. Berê jî têkilî her hebûn. Lê piştî şerê 12 rojan ev têkilî bêtir xurt bûn. Partiyên kurdan dîtin ku mesele cîddî ye, li hevkom bûn û koma diyalogê ava kirin. Navendek ava kirin. Navenda Diyalogê çêkirin. Vê Navenda Dîyalogê 8-9 mehan bi awayekî berfireh civîn pêk anîn. Piştî van niqaşan di 22ê sibatê de Platfora Hevpeymaniya Siyasî ava kirin.”
Têkoşîna hevpar dimeşînin
Ehwan Çîyako li ser xebatên van 7 partiyên ku Hevpeymanî ava kirin jî rawestiya û got: “Piştî niqaşên berfireh hin xalên hevpar derxistin. Platforma ku ji 15 xalan hatiye îmzekirin hatiye avakirin. Xala Sereke ewe ku li dijî dewletên ku nahêle gelê Kurdistanê bigêjin azadiya xwe têkoşina hevpar bimeşînin. Xaleke din ji bo gelê kurd bigêje azadiya xwe û qedera xwe bi xwe diyar bike, têkoşîneke hevpar bimeşînin. Divê gel rêveberiyên xwe ava bikin. Xaleke dîtir divê gelê kurd, bi gelê din ên îranê û civakên Îranê re di nava hemahengiyê de be. Dîsa hem gelê kurd û hem civakên din Îranê re, ji bo bigêje azadiyê ji bo Îraneke demokratîk û azad bi hevre têbikoşin. Dîsa Xaleke din parastina ekokojî û mafê jinan divê partî bi hevre têbikoşin.
Xaleke din jî divê di nava partiyan de navendeke siyasî ku karibin biryarên hevpar bigirin bê avakirin. Niha ev navenda hevpar hat avakirin û wekî sîwana hemû partiyan xebatê dike. Ji her partiyek 2 endam bi giştî 14 endam têde hene. Di bin vê navendê komîsyonên jêr hene. Ev navenda ku hatiye avakirin di nava xer de xebata xwe dike. Hewl dide ku hevsengiyekê ava bike. Di bin vê navendê de divê komîteya dîplomasî ku li dervê welat xebatê bike em ava bikin. Dîsa di bin van komîteyan de jî divê komîteyên cuda hebin.”
Gelê Îranê pêşengiya Kurdan qebûl dike
Ehwan Çiyako li ser xebatên Hevpeymaniyê ya ji bo parastina gelên din jî nirxandin kir û got: “Di nava Îranê de pêşengiya gelê Kurt tê qebûlkirin. Hem gelên din ên li Îranê û hem jî tevgerên demokratîk pêşengiya Kurdan qebûl dikin. Tevgerên jinan û tevgerên kedkaran eleqeyek germ nîşanî têkoşîna kurdan didin. Mînak Şoreşa Jin Jinan Azadî li Rojhilat dest pê kir, lê li hemû Îranê belav bû. Hewldaneke Hevpeymanê heye ku ji bo hemû gelê Îranê pêk bînin. Xebata me ya esasî ji bo gelê kurd e. Xebata me ya duyemîn jî ji bo mafê hemû gelê îranê ye. Em dixwazin di nava Belûc, Ereb, Turkman û hemû civakan de hemahengiyekê çêkin. Niha bi gelên din re jî hin Hevpeymaniyên siyasî çêbûne. Têkiliya me bi wan gelên din re heye û em dixwazin bi wan re xebatê bikin. Em dixwazin ji bo demdirêj Hevpeymaniyeke giştî çêkin. Em dizanin potansiyaleke gelan a demokratîk û azad heye. Divê em vê yekê baş bi rêxistin bikin.”
Komara Îranê 47 sal in li gel zilmê dike
Ehwan Çîyalog li ser nêzîkatiya dewletan a li hemberî gelê Îranê û gelê Kurd jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Komara Îslamê û gelê Îranê îro hatine hemberî hev. Ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê 47 sal in li gel zulmê dike û gel jî li dijî wê têdikoşe. Ji berê de dijberiyek heye. Nakokiyên gel ên bi Rejîma Îranê ne ne girêdayî hewldan û siyaseta dewletan e. Ev nakokî ji destpêka avakirina komara îslamî ve heye. Hêzên navdewletî ku îro li dijî Îranê şer dikin ji bo berjewendiyên xwe nêzî gel dibin. Gel jî ev nêzîkatiya wan fam kiriye. Di Şoreşa Jin Jiyan Azadî de derfeteke pir mezin çûbû ku gel bigêje azadiya xwe. Lê tu piştgirî ji dewletên derve nehat. Hêzên derve dixwazin bêyî vîna gelan di Îranê de guhertinekê bikin û gelan jî wekî amûr bikarbînin. Gelên Îranê jî ev yek fam kiriye û li gorî projeyên xwe tev digerin. Mînak, gelê kurd li gorî daxwaza hêzeke derve tev nagere. Gelê kurd bi vîna xwe û di çarçoveya mafê xwe de têdikoşe. Gelê kurd xwedî maf e ku ji derfetan sûdê bigire. Lê ew li gorî vîna xwe tev digere. Em wekî PJAK şoreşgerên gelê xwe ne. Em ne leşkerên tu kesî ne. Em li gorî daxwazên hêzên derve nakevin nava tevgerê.”
Ewhan Çîyako, herî dawî li ser helwesta Rejîma Îranê ya li dijî gelê kurd jî rawestiya û got: “Rejîma Îranê nerm nebûye. Projeyên wê yên çareseriyê tune ye. Îranê piştî şer li dijî gelê kurd helwesta xwe naguherî ye. Êrîşên xwe berdewam dike. Îran li hemberî derve bêhêz bûye. Lê dixwaze li hemberî gelê kurd xwe bi hêz nîşan bide.”
Karakterên dîktatoran înkar û dagirkerî ye
Ehwan Çîyako li ser sedema êrîşên Îranê yên li dijî kurdan jî rawestiya û got: “Ev karakterên dagirker û dîktatoran e. Me mînaka Beşar Esad dît. Heta kêliya ku biçe jî ji bo gel xêrek nekir. Sedem Huseyîn jî wisa bû. Dîktatorên din jî wisa bûn. Dewletên Îranê jî ji van dewletan ne cudatir e. Me di vî alî de xwedî tecrûbe ne.”
Ehwan Çîyako li ser îhtimala dirêjbûna şer û bandora şer a li ser gel jî rawestiya û wiha pêde çû: “Îranê niha hemû hêza xwe li başûrê Îranê kom kiriye. Ji ber ku hêzên êrîş dikin jî bêtir êrîşî başûr dikin. Başûrê Îranê ji aliyê jeopolîtîk û deryayî ve girîng e. Tengava Hurmuz û çavkaniyên petrolê li wir in. Niha bêtir şer li ser wê herêmê dimeşe. Her çend Îran lawaz bûye jî dixwaze li ber xwe bide. Li aliyê din înternetê qut dike û dixwaze rê li pêşiya serhildana gel bigire. Ji ber erdnîgariya Îranê şerê bejayî dê zahmet e. Lê rewşa niha jî ne dûre ku şer derbasî pêvajoyeke din bibe. Hêzên Rojhilat jî xwedî hêz û tecrûbe ne û xwedî tecrûbe ne ku gavên xwe saxlem bavêjin.”
Potansiyela xeta sêyemîn zêde ye
Ehwan Çîyako li ser hêza Xeta Sêyemîn jî rawestiya û got: “Li Îranê hêzeke mezin a bingeha Xeta Sêyemîn heye. Li Îranî gelên cuda hene. Ev xwedî tecrûbe ne. Kurdan wekî pêşeng qebûl dikin. Di nava gelê farist de jî gelek hêz û tevgerên demokratîk hene. Dîsa li Îranê tevgera jinan pir pir bi hêz e. Me ev di Şoreşa Jin Jinan Azadî dît. Potansiyeleke mezin a Xeta Sêyemîn heye. Kurd jî dikarin pêşengiyê bikin. em wekî PJAK jî amade ne. Derfet û zemîn zêde ye. Cihê herî zêde jibo xeta sêyemîn Rojhilat e. civakê herî bi rêxistin civakên Rojhilatê kurdistanê ye.”


