‘Em ê destûrê nedin ku Etî Bakir xwezayê talan bike’

Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî texrîbata ekolojîk a ku Etî-Bakir ya girêdayî Cengîz Holdîngê li Şemrexê pêk aniye, daxuyanî dan. Platformê diyar kir ku gel dê destûrê nede avakirina tesîsên nû.

1 deqe xwendin
‘Em ê destûrê nedin ku Etî Bakir xwezayê talan bike’

Platforma Saziyên Demokratîk û Platforma Ked û Demokrasiyê yên Mêrdînê, der barê texrîbata ekolojîk a ku Etî-Bakir A.Ş. a girêdayî Cengîz Holdîngê li Şemrexê pêk tîne daxuyanî dan. Platformê li gundê Têznê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek welatî beşdar bûn.

Girseya ku li qada gund kom bûn, pankarta "Em ê li hemberî Etî-Bakirê xweza, ax û ava xwe biparêzin" vekirin û heta ber tesîsa Etî-Bakirê meşiyan. Di meşê de dowîzên "Jiyanê biparêze", "Zeviyên çandiniyê ne qada rantê ne" û "Dest nede ava min" hilgirtin. Di meşê de bi domdarî "Xweza jiyan e, jiyanê nekujê", "Cengîz talan e, dijminê dera herane" berzkirin.

Piştî meşê li tenişta tesîsa Etî-Bakirê daxuyanî dan. Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Agît Ozdemîr daxuyanî xwend. Agît Ozdemîr diyar kir ku ew li dijî sê tesîsên nû yên ku dixwazin di nav Etî-Bakirê de ava bikin in û got: “Avakirina 3 tesîsên nû, li ser ekolojî, civak, aborî û tenduristiya gel xeteriyên mezin ava dike. Ev tesîs dê bibin sedema hilweşîna erdnîgariyê.” 

Agitî Ozdemîr destnîşan kir ku şêniyên Şemrexê bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dike û ev tişt got: “Gundên herêmê ji sala 2011an û vir ve bi zexta valakirinê re rû bi rû ne. Herî kêm 11 gundên navçeyê rasterast di bin bandora neyînî ya tesîsan de ne. Ger ev her sê tesîsên nû werin çêkirin, dê krîzeke pir giran a avê rû bide. Li gorî pîvandinên DSÎyê, asta ava bin erdê di pênc salên dawî de ji sedî 60 kêm bûye. Sedema herî bingehîn a vê yekê ew e ku rojane bi hezaran ton av ji bîrên ku tesîsê vekirine tê kişandin.”

Nexweşiyên pençeşêrê zêde dibin 

 Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin jî diyar kir ku gelê Mêrdînê bi salan e li dijî qirkirina ekolojîk a Etî-Bakirê li ber xwe dide û got: “Ev erdnîgarî wekî bihuştekê ye. Lê Cengîz Holdîng her roj vê bihuştê vediguherîne dojehê. Zarokên me jehrî dibin. Her roj nexweşiya pençeşêrê zêde dibe. Ev tesîs bi serê xwe xetereyek e, nexasim sê tesîsên nû jî dixwazin vekin. Van tesîsan ne ji bo gel, ji bo mezinkirina ranta xwe vedikin. Bila Cengîz Holdîng baş bizanibe ku gel dê destûrê nede van tesîsan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinan de balê dikişîne ser parastina xwezayê û dibêje; ‘Li dijî qetlîam û qirkirina xwezayê, darên xwe, ava xwe biparêzin.’ Em ê axa xwe, ava xwe û darên xwe biparêzin.” 

 Girseya li wir bi dirûşma “Bijî Serok Apo” axaftina wê birîn. Bêrîtan Guneş Altin di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin tesîsên nû.

 Daxuyanî bi dirûşma “Xweza jiyan e, jiyanê nekujê” bi dawî bû.