‘Em ê Newroza 2027an tevî Rêber Apo pîroz bikin’

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Şirnexê de axivî û got ku ew ê Newroza 2027an tevî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin.

1 deqe xwendin
‘Em ê Newroza 2027an tevî Rêber Apo pîroz bikin’

Li Taxa Bahçelîevler a navenda Şirnexê, bi beşdariya hezaran û bi dirûşmên ‘Newroza azadî û yekitiya demokratîk’ û ‘Newroza azadî û demokrasiyê’, pîrozbahiya Cejna Newrozê hat lidarxistin. Hêj ji saetên zû yên serê sibehê ve ciwan û jinan berê xwe dan qadê û govend gerand. Qada Newrozê bi pankartên ‘Newroz pîroz be’ û ‘jin jiyan azadî’ yên bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û bi hezaran kes tevlî bûn. Jinên beşdarî pîrozbahiyê bûn, kiras û fîstan, ciwanan şel û şepik li xwe kirin û zarokan jî rûyê xwe bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. Bi hezaran kesan li ber stranên kurdî govend gerand. Girseyê bi yedengî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kir. 

Endamê Komîteya Amadekar û Hevserokê Navçeya Navendê a DEM Partiyê ya bajarê Şirnexê Selahattîn Barinç, Newroza gel pîroz kir û xwest bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Pîrozbahî, bi stranên Koma Sîdarê û gerandina govendê domiya. Her wiha peyama Abdullah Ocalan a ji bo Newrozê di pîrozbahiyê de hate xwendin. 

Piştre jî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û dîroka berxwedanê ya Şirnexê vegot. Ayşegul Doganê got ku Şirnexê tevî her carê hate rûxandin jî dîsa xwe li ser pêyan girt, tevgera azadiyê bi tenê nehiştiye û got hewceye di vê pêvajoya dîrokî de jî bêhtir bixebite. Ayşegul Doganê anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan her wiha azadiya gelê kurd e û gel dixwazin Rêberê xwe di nav xwe de bibînin. 

‘Bİhara gelê kurd hat’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di pîrozbahiyê de anî ziman ku Şirnex bajarê Newrozê ye û Newroza Cûdî, Gabar û Bestayê pîroz kir. Bayindir, bi bîr xist ku di her bihosta Şirnexê de nirx hene û got: “Em li bajarê berxwedanê, Newroza girtiyan pîroz dikin. Em li warê egîdên Botanê Newroza Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Botan ji pêxemger Nuh re, ji rêwiyên azadiyê re bû war û hevrê. Botan ji azadî û serkeftinê re dibe war. Bihara gelê kurd hat. Ev bihar, bihara Botanê, bihara gelê kurd e. Me gelek qonax derbas kirin û îro ber bi azadiyê ve dimeşin. Bi pêşengtiya dayikan, jinan, tevgera azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan ber bi azadiyê ve dimeşin. Yên kurdan înkar dikin, yên dibêjin  ‘kurd nîn in’ bila li qada Newroza Botanê binêrin, bila li qadên Newrozê yên Stenbol, Îzmîr, Mahabad, Efrîn û Kobanê binêrin. Kurd, pêşengtiya mirovahiyê dikin. Heke jiyaneke dikare were jiyîn hebe, ew ê bi destê tevgera azadiyê ya kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be. Ev Newroz, Newroza azadî û yekitiyê ye. Newroza azadiya Rêber Apo, azadiya gelê kurd, Newroza statu û azadiya ziman e. Gelê me êdî naxwaze Newroza xwe bêyî Rêbertiyê pîroz bike. Êdî naxwaze li qadên Newrozê tenê li peyaman guhdarî bike. Em ê Newroza 2027an tevî Rêber Apo pîroz bikin.”