‘Em ê rêxistina xwe xurt bikin’
Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partî Gulistan Atasoy di Konferansa Jinan a Rêvebiriyên Xwecihî ya Amedê de got: “Êrişeke dijwar li dijî îradeya jinan heye. Lêbelê, jin rêxistina xwe xurt dikin û li dijî vê yekê bi israr radiwestin.

Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Amedê bi dirûşmeya “Em bi îradeya jinan û komunan, bi rêveberiyên xwecihî civaka azad ava dikin” li Eywana Alî Emîrî ya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Gelek hevşaredar û endamên meclîsan bi cil û bergên neteweyî beşdar bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partî Gulistan Atasoy axivî.
Gulistan Atasoy destnîşan kir ku armanca konferansê avakirina jiyana komunal e û wiha got: “Em ê bi hev re pêşerojek azad ava bikin. Me pêvajoyek girîng ji hilbijartinên 31ê adarê vir ve li dû xwe hişt. Yek ji xalên sereke yên têkoşîna azadiya jinan rêveberiyên xwecîhî ne. Em bi vê berpirsiyariya xwe ve xebatên xwe didomînin. Îradeya jinan di 31ê adarê de hêza xwe nîşan da. Êrişeke dijwar li dijî îradeya jinan heye. Lêbelê, jin rêxistina xwe xurt dikin û li dijî vê yekê bi israr radiwestin. Me li ser bingeha prensîba beşdarbûnê amadekariyên konferansê kir.”
Gulistan Atasoy destnîşan kir ku ew xebatên xwe li ser bingeha rexne û rexnedayînê dimeşînin û wiha pê de çû: “Hevdîtina bi paradîgmayê çiqas mezintir be, em ê ewqas xurttir bibin. Heke em ji paradîgmayê dûr bikevin, em ê bikevin nav xefika pergala kapîtalîst. Di vê konferansê de pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin jî hate nîqaşkirin û girîngiya wê hate destnîşankirin. Rojeva konferansa me ew bû ku em xebata xwe li ser bingeha têgeha komunan bikin û bicîh bînin. Em ê bi hev re rêxistinên komunal ava bikin û di avakirina paradîgmayê de roleke pêşeng bilîzin. Em ê ji vê konferansê xurttir derkevin û bêtir li ser lêkolînên jinan bisekinin. Wek jin, em ê bi aqilê kolektîf hewlên xwe yên rêxistinkirî ber bi serkeftinê ve bibin.”
Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.


