Karavana Dayikan li Darmstadtê bi coş hat pêşwazîkirin

Karavana Dayikan ku ji bo mezinbûna piştgiriya bi Rojava re û bi armanca balkişandina li ser dorpêça li dijî Kobanê û ji bo bilindkirina dengê daxwaza aştiyê ya jinan li Almanyayê dest bi rêwîtiyê kir, di rawestgeha xwe ya sêyemîn de li Darmstadtê bi coş hat pêşwazîkirin.

1 deqe xwendin
Karavana Dayikan li Darmstadtê bi coş hat pêşwazîkirin

Birûsk Bagok 

Karavan di 13ê Hezîranê de bi mîtîngeke li Heilbronnê dest pê kir. Ji wê rojê ve li gelek bajarên Almanyayê serdana gel û sazîyên demokratîk dike. Armanca vê karavanê ew e ku têkoşîna jinan a li Rojava û tecrûbeya jiyana demokratîk a gelan bîne ber çavê raya giştî û civaka navneteweyî.

Di mîtînga destpêkê ya li Heilbronnê de, dayikan piştgiriya xwe ji pergala demokratîk, azad û wekhev a ku bi pêşengiya jinan li Rojava hate avakirin ragihand. Wan bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîş û siyaseta ambargoyê ya li ser Kobanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, dengê xwe bilind bikin.

Mitinga mezin li dar xistin

Di rawestgeha xwe ya sêyemîn de, Karavana Dayikan li meydana Luisenplatzê ya navenda Darmstadtê mîtîngeke mezin lidarxist. Gelek rêxistinên demokratîk ên Alman, komên jinan, partiyên siyasî û çalakvanên mafên mirovan beşdarî vê çalakiyê bûn.

Di axaftinên ku bi kurdî û almanî hatin kirin de, girîngiya mafên jinan, demokrasî, aştî û têkoşîna hevpar a gelan hate ziman. Beşdaran gelek caran sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” bi kurdî û almanî qîriyan û peyamên piştevaniya bi gelê Rojava re dan.

Barbara Akdeniz: Divê destkeftiyên jinan bê parastin

Di mîtîngê de, Şaredara Darmstadtê Barbara Akdeniz diyar kir ku mafên jinan li gelek deverên cîhanê di bin metirsiyê de ne û got: “Bi taybetî bi bilindbûna tevgerên rastgir û tundrew re, parastina mafên jinan û mafên mirovan îro ji her demê girîngtir bûye. Jinan li Rojava di encama salan têkoşînê de destkeftiyên girîng bi dest xistine û divê ev destkeftî bên parastin.” 

Barbara Akdenîz da zanîn ku li Darmstadtê nêzîkî 40 sal in ku ofîsek ji bo karûbarên jinan heye û wiha axivî: “Em çil sal in ji bo mafên jinan têdikoşin û baş dizanin ku ev maf çiqas girîng in. Tevî van hewildanan jî, hêj nikare bê gotin ku di navbera jin û mêran de wekheviyeke tam heye. Ji ber vê yekê pêdivî ye ku jin û mêr di hemû warên jiyanê de berpirsiyarî bi hev re parve bikin.”

Janine Wissler: Em bi gelê xwe re ne
 

Di çalakiyê de, siyasetmedar û milletvekilê Die Linke Janine Wissler jî peyameke piştgiriyê da û got: “Divê siyasetmedarên kurd ên girtî bên berdan. Mafên jinan li gelek deverên cîhanê bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin û ji bo ku têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan hêztir bibe, pêdivî bi dayanîşiya navneteweyî heye.

Çalakvana jinan a Afgan: Têkoşîna jinên kurd û Afganî hevpar e

Di mîtîngê de çalakvaneke mafên jinan ji Afganistanê jî axivî û got: “Jinên Kurd û Afgan di gelek waran de bi heman zext û hecûman re rû bi rû ne. Ez spas dikim ku îro derfeta axaftinê min da. Çarenûsa jinên Kurd û Afgan di gelek aliyan de nêzîkî hev e. Li Afganistanê jin dibin hedefa hêzên radîkal û siyasetên dijî jinan. Li Kurdistanê jî gel û jin bi zext û astengan re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê divê têkoşîn û dayanîşiya me hevpar be.”

Sifreya piştevaniyê 

Piştî axaftinan, çalaki bi govend û stranên kurdî berdewam kir. Beşdaran bi dirêjahiya demê sloganên kurdî û almanî qîriyan û peyamên yekgirtinê dan. Piştre, beşdar û mêvan li navenda komeleyê civiyan. Li wir bi xwarinên ku ji aliyê jinan ve hatibûn amadekirin, civîneke dostane pêk hat. Beşdaran li ser girîngiya piştevaniyê, têkoşîna hevpar û pêşeroja tevgerên demokratîk nêrînên xwe parve kirin.

Karavana Dayikan ku rêwîtiya xwe li Almanyayê didomîne, dê sibehi  here Kasselê. Li bajarên ku dê serdana wan bike jî, peyama têkoşîna jinan a li Rojava, tecrûbeya demokrasiyê û îradeya jiyana hevpar a gelan dê were veguhastin û belavkirin.