Jinan li 6 navendan pakêta darazê şermezar kir

Platforma Jinan a Enqereyê li dijî pakêta darazê ya 12emîn çalakî li dar xist û pakêta darazê şermezar kir. Polîsan êrîş kir û 4 jin binçav kirin. Jin li 5 navendên din jî kom bûn û pakêt şermezar kir.

1 deqe xwendin
Jinan li 6 navendan pakêta darazê şermezar kir

Platforma Jinan a Enqereyê li dijî Pakêta Darazê ya 12emîn xwestin li Qada Kolejê daxuyanî bide. Polîsan girse dorpêç kir. Girseya ku xwest ji Qada Kolejê heta Kizilayê bimeşe rastî êrişî polîsan hat. Polîsan bi gaza îsotê êrişî girseyê kir û nehişt girse bimeşe. Piştre girse car din li Qada Kolejê civiya û li vir daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Mafên me nakeve pakêtan, em dev ji mafên xwe bernadin” hat rakirin. Girse li vir dirûşmeyên “Em natirsin, bêdeng namînin û serî natewînin”, “Jin jiyan azadî” û “Nafaqa mafê me ye divê neyê astengkirin” berz kirin. Polîsan rêyên ku girse lê belav bibin girtin û êrişî girseyê kir. Poîsan di êrîşê de 4 jin binçav kirin.

Jinan li 5 navendên din jî çalakî li dar xistin

Jinan bi heman armancê li Hatay, Riha, Amed, Stenbol û Eskîşehîrê jî çalakî li dar xistin û pakêta darazê şermezar kirin. Jinan di çalakiyan de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin.