Em ji mirinê mezintir in
Di 8ê kanûna 2024an de HTŞê rejîma Esad hilweşand. Piştî hilweşandina rejîma Esad êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bûn.

Di 8ê kanûna 2024an de HTŞê rejîma Esad hilweşand. Piştî hilweşandina rejîma Esad êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bûn. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî van êrîşên Dewleta Tirk hewl dide ku li ser Pira Qereqozaq û Bendav Tişrînê li gel hêzên HSD û YPJê cih bigire. Lê Dewleta Tirk her roj êrîşê sivîlên ku li vir kom bûne dike. Heta niha gelek sivîl di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Em derbarê rewşa li Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê de bi rojnameger Ciwana Cûmaa re axivîn.
Wek tê zanîn îro li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê şereke pir mezin berdewam dike. Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn jî li wir hatin kuştin. Li gor nêrîna te armanca hedefgirtina wan a li wir çi bû?
Em wek rojnameger li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin armanca êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê de ne. Ji berê ve dema ku Tirkiye bixwaze planên xwe yên qirêj li vir pêk bîne, rasterast destpêkê dixwaze çavên rastiyê, dengê rastiyê ji holê rabike. Ji ber vê yekê jî rasterast êrîşên rojnamegeran dike. Îro careke din piştî şehadeta herdu hevreyên me Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan xwest planên xwe yên qirêj pêk bîne. Ji bo vê jî rojnamegerên Çapemeniya Azad dike hedef. Niha ger ku ez behs bikim li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ji destpêka şoreşa Rojava heta niha, bi dehan hevalên me yên rojnameger bûne hedefa çeteyên DAIŞê û dagirkeriya Tirkiyeyê ku rasterast bi balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirkiyeyê gihiştine şehadetê. Herî dawî jî hevreyên me Cîhan û Nazim li Bendava Tişrînê hatin kuştin. Tirkiye bi kuştina wan dibê qey dê dengê me yê rastiyê qut bike, çavên me ji rastiyê re bigire, lê belê em vê yekê dibêjin; çi bibe bila bibe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wek rojnemegeran dengê me, ruhê me kamera û pênûsa me dê heta dawiyê bibe bersiv ji hemû êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê re. Îro ger ku HSD û YPJ bi çekên xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê şer dikin em jî wek rojnameger bi kamera û pênûsa xwe yênku ji bo me çek in li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û hemû planên wê yên şerê taybet ê ku dixwaze li ser gelê me bide meşandin em dibin bersiv.
Îro li ser vê bendava berxwedanê em ji dagirkeriya Tirkiyeyê re weke rojnamegerên jin dibêjin ’Em li vir in û bi ruhê Cihan û Naziman em dibin dengê gel û şervanên xwe, bi ruhê Cihan û Nazim em dibin bersiv ji şerê taybet ê Tirkiyeyê re.” Em bi kamera û pênûsên Nazim û Cîhan berxwedana şervanên YPJ û HSDê yên ku di çeperên şer de navên xwe di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn dinexişînin, radigihînin. Em îro bi mîrateyên hevalên xwe dibin dengê gelê xwe yê berxwedêr ku li bin balafiran têkoşîneke bêhempa li ser vê bendavê didin meşandin. Ji bo vê jî em soz didin herdu hevreyên xwe yên şehîd û hemû hevalên xwe yên di Çapemeniya Azad ên ku di oxira vê rastiyê de canê xwe feda kirine, dê kamera û pênûsa wan li erdê namîne.
Li pey şehîdbûna wan li ser gelek hesabên medyaya dijîtal tu û hevalên rojnameger ên li wir jî hedef hatin nîşandan. Bi ya te armanca hedefgirtina we çi ye û tişta ku Dewleta Tirk dixwaze li wir veşêre çi ye?
Gef û êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên dê li dijî hêz û hêrsa me nebin sînor berovajî wê her gefeke ku li me tê xwarin, her êrîşeke ku li ser me tê kirin her ku hevaleka me şehîd dibe hêrs û kîna me li dijî dagirkeriyê tûjtir dibe, israra me ya derxistina rastiyan bêtir dibe ku em têkoşîna xwe ya ji bo derxistina rastiyê zêdetir dikin. Em wek Çapemeniya Azad, wek rojnamegerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibêjin ku çi bibe bila bibe em ê heta kêliya dawiyê bi kamera û pênûsa rêhevalên xwe yên şehîd, li kêleka şervanên azadiyê bin. Em ê bibin dengê şervanên HSD û YPJê yên ku ji bo vî gelî û vê axê şer dikin, li ber xwe didin.
Di nav kesên ku tev li nobeda li ser Bendavê bûne de şêniyên Reqayê jî hene. Wek tê zanîn ew di bin êrîşên çeteyên DAIŞê de mabûn. Lê niha li ser bendavê li dijî heman hişmendiyê li kêleka HSD û YPJê cihê xwe digirin. Tişta ku wan dikişîne kêleka HSDêçiye?
Ji mehekê zêdetir e ku Dewleta Tirk a dagirker bêser û ber êrîşê Bakurê û Rojhilata Sûriyeyê dike. Di êrîşên xwe de hewl dide derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bike bin kontrola xwe. Lê di van êrîşên xwe de rastî bersiva dijwar a şervanên HSD û YPJê tê. Dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşê Tişrîn, Qereqozq û gundewarên Kobanê dike. Li van deveran şerekî pir dijwar heye.
Wek ku me gotî li van deveran şerekî hovane tê meşandin lê li dijî wê berxwedaneke bêhempa jî heye. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê ku vê berxwedanê dibîne ev çend roj in li ser Bendava Tişrînê bi coşeke mezin li kêleke hêzên xwe cihên xwe digirin. Gel dibêje em îro li ser Bendava Tişrînê xwedî li av û karebaya şoreşê derdikevin. Gel di hemû demên ku li vir e de dibêje em ê alîgir û piştgirên parastvanên xwe HSD û YPJê bin.
Di nav vî şerê giran de kesên ku li Tişrînê û Qereqozaqê li ber xwe didin morala têkoşînê çawa bi dest dixin anku hêza xwe ji çi digirin?
Di navvan rojên ku gel di nobetê de ye tevî ku her roj rastî êrîşên Dewleta Tirk ên bi balafir, tank û topan pêk tînin bi vîneke ji pola li ber xwe dide. Wek tê zanîn Dewleta Tirk rasterast konvoyê dike hedef. Lê gel di bin van êrîşan de jî venagere, ji erebeyên xwe peya dibin û bi meşê xwe digihînin ser bendavê. Kesên ku tên ser bendavê bi vê sekna xwe ji Dewleta Tirk re dibejin ‘Em li ber Dewleta Tirk çok danaynin. Hêza me HSD ye. HSD gel e, gel jî HSD ye, YPJ gel e gel YPJ ye.” Îro gel li vê derê li ser vê bendavê bi ruhê şerê gel ê şoreşgeriyê tev digere. Çawa ku roja destpêkê seferberî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat îlankirin gel ket nav tevgerê, tîmên xwe amade kirin, tabûrên xwe amade kirin, perwerdeyên xwe yên li ser bikaranîna çekan û li ser tenduristiyê temam kirin, xwe ji bo şereke muhtemel ê li ser şerê rojavayê Kurdistanê amade kirin, îro bi wê ruhê şerê gelê şoreşgerî gel berê xwe daye Bendava Tişrînê û têkoşîneke bêhempa li vê derê didê meşandin. Herçiqas balafirên şer ji


