Em yekîtiya neteweyî bihonin

Endamê KNKê Dr. Kamûran Berwarî li ser êrişên Rojava got: “Ev êrişên ku li ser Rojava tên kirin ji bo qirqirina gelê kurd e. Em baş dizanin ku armanca wan qirqirinan her çar parçeyên Kurdistane ye. Divê li dijî qirkirin û xiyanetê, konseyeke leşkerî ya niştimaniya neteweyî ku hemû welatparêz û dilsoz bikaribin cîhê xwe bigirin bê avakirin.’’

1 deqe xwendin
Em yekîtiya neteweyî bihonin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 27ê sibata 2025an, bang kiribû ku ‘Yekîneyên komunên demokratîk ên Kurdistanê bên avakirin û Kongreya Neteweyî ya Kurdan were lidarxistin.’ Li ser esasê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 26ê nîsana 2025an, li bajarê Qamişloyê yê rojavayê Kurdistanê ‘Konferansa Yêkrêzî û Yekhelwesta Kurdan' hat lidarxistin. Herwiha di konferansê de biryara hat girtin ku, kongereya neteweyî were lidarxistin ûli ser bingeha berpirsyariya dîrokî ya qonaxa niha û bi îradeyeke kolektîf a kurdan piştgiriyê bidin rizgarî û azadiya Rojava. Lê niha li Rojava çeteyên HTŞ û DAIŞê li dijî kurdan komkujiyan pêk tînin. Bi taybetî jî ev çete êrişên jinan û destkeftiyên wan dikin. Lê niha li her aliyên cîhanê gelê kurd û dostên xwe li dijî van êrişên heyî li ser piyan e.

Em derbarê yekîtiya kurdan û êrişên hêzên hegemonîk ên li ser rojavayê Kurdistanê tên kirin, bi cîgirê serokê akademiya siyasetê ya Hizra Demokrasiyê û endamê KNKê Dr. Kamûran Berwarî re axivîn.

Gelê kurd ji destpêka dîroka mirovahiyê heta niha bi awayekî xwezayî di nav jiyaneke komunal û neteweperweriyê de dijî. Lê li beranberê wê jî ti carî nebûne yek. Sedemên wê çi ne û çima kurdan heta niha yekîtiya xwe pêk neaniye?

Rast e, ji destpêka dîroka mîrovahiye û heta niha kurd hene, hemû dokumentên dînî û dîrokî jî diyar dikin ku Kurdistan a ku niha em lê dijîn dergûşa mirovahiyê ye. Adem pêxember û Nûh pêxember li ser vê xaka pîroz çêbûne. Ji ber ve jî li ser rûye cîhanê cihê ku yekemîn şaristanî li ser hatiye avakirin Kurdistan e. Heta niha jî ev şaristanî berdewam dike. Hemû nirxên mirovahiye li ser xaka Kurdistanê hene. Kurd ji wê serdemê û heta niha bi vî awayê siruştî jiyane. Gelê kurd gelekî mirovperwer e. Li hember vê jî kurd bûne dewlet û bûne gelek hêzên bingehîn. Lê yekîtî çenebûye. Berê hemû gel êl bûn, kom bûn, gund bûn, herêm bûn. Ti kesî bi qasî kurdan li cîhanê hikum nekiriye. Mezintirîn împaratoriyên cîhanê beriya zayînê çebûne û li ser axa Kurdistane ne. Ji wan împaratoriyên mezin 9 hebên wan ên kurdan bi xwe ne. Gutî, Lolo, Sibartî, Naîlî, Mirdî, Lidî, Kardoxî beriya zayînê, pişt zayînê û heta niha gelê kurd jî wek hemû mîletan dewletên wan ên herêmî hebûn. Dema ku kurd bê serkirde, bê rêber man, lewra bê dewlet jî man. Bi taybetî ji 1850yî û vir ve. Mîrektiyên kurdan ji aliyê Osmanî ve hatine parçekirin.

Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di manîfestoya xwe ya ku 27ê sibata 2025an ji raya giştî re aşkere kiribû, dabû xuyakirin ku hêzên kurdan dikarin xwe wek ‘Yekîneyên komunalîteyên azad û demokratîk ên Kurdistanê ava bikin û kongreya xwe pêk bînin’. Hûn wek zanyarekî ku bi salan e li ser yekîtiya kurdan xebatê dikin, vê pênaseyê çawa şîrove dikin?

Manîfestoya Rêber Ocalan ji gelê kurd û hemû cîhanê re parve kiriye pir girîng e. Ev manîfesto diyar dike ku hemû gelên Rojhilata Navîn bi xwişk û biratî bi hevdu re bijîn û rê li ber xwînrijandine bigire. Ev bixwe zor girîng e. Ji bo kurdan jî ev pêşniyara ku hatiye kirin, kurd yekîtiya xwe ava bikin pir girîng e. Serok Ocalan, zana, bîrmend, rewşenbîrekî li ser asta cîhanê bi giştî û li Kurdistanê û bi taybetî Rojhilata Navîn e. Tiştê ku ew dibejê di encama tekoşîn, ked, xebat û zanebûna wî de pêk hatiye. Divê gelê kurd tev guhdariya van gotinên wî bike. Serok Ocalan ji bo miletan peşniyaran dike. Ev peşniyarên wî kirine nebe, yekrêziya kurdan jî nayê avakirin.

Li ser esasê manîfestona demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 26ê nîsanê li bajarê Qamişloyê yê rojavayê Kurdistanê ‘Konferansa Yêkrêzî û Yekhelwesta Kurdan' pêk hat, yekîtiya kurdan û pêkanîna kongeraya neteweyî ya kurdan, wek xaleke sereke destnîşan kiribûn. Vêga xebatên kongreyê di kîjan astê de ne?

Manîfestoya ku Serok Ocalan pêşkêşî konferansa Qamişloyê kiriye, bingeha yekrêziya kurdan e. Berê binyateya ku hatiye zanandin, Kurdistan ji qonaxekê ber bi qonaxeke din ve biçe. Bêguman ev tiştên ku ji bo kongreyê hatine pêşkêşkirin gelek girîng in. Ew konferans çend belge û çend amaje pêk hatine kirin, em rojane wan dinirxînin ku wan armancan pêk bînin.

Di encama konferansê de biryar hatibû wergirtin ku li ser bingeha berpirsyariya dîrokî ya qonaxa niha û bi îradeyeke kolektîf piştgiriyê bidin rizgarî û azadiya kurdên Rojava. Li gorî we hêzên kurdan ên Başûr çiqas li vê biryarê xwedî derdikevin û piştgiriya hêza kurdan a Rojava dikin?

Ew biryarên di konferansê de hatin wergirtin û qonaxa niha girêdayî hev in. Divê herkes bizanibe ku bê yekîtî û yekrêziya kurdan ti tiştek çênabe. Xala herî girîng ev e. Divê kurd hemû piştevaniya rojavayê Kurdistane bikin. Ew biryarên ku di wê konferansê de hatin wergirtin, li rojavayê Kurdistanê tên kirin pir girîng in. Ji ber ku ew îradeya li wir hatiye nîşandan, bîr, bawerî, fikir û felsefeya wê derê heye. Herwiha ew pergala îdarî li wê derê heye, ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn pir girîng e. Li başûrê Kurdistanê ev demeke direj e ku piştevaniya rojavayê Kurdistane nehatbû kirin. Bi taybetî jî di dema Efrîn û Serêkaniyê de ji Rojava hat qutkirin. Dîsa çend caran parlamenterên kurdan pêşniyar jî dan ji bo leşkerên Tirkiyeyê ji vir derkevin, ew jî bi cih nehatiye. Dîsa jî hêviyek heye, em ji başurê Kurdistanê wek milet, wek kesayetî û wek saziyan piştevaniya rojavayê Kurdistanê bikin.

Di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de peymana 10ê adarê hatibû îmzakirin. Lê hikûmeta Sûriyeyê li vê peymanê xwedî derneket û HTŞê bi hevkariya gelek hêzên hegemonîk şerekî dijwar li ser gelê kurd ê Rojava da meşandin. Hûn rewşê çawa şîrove dikin?

Di navbera Reveberiya Xweser û hikûmeta veguhez de ew peymana 10ê adarê hatiye îmzekirin, ji bo her du aliyan em pir girîng dibînin. Ev peyman cihê aramiyê ye û herwiha ji bo Rojhilata Navîn jî pir girîng e. Hikûmeta Sûriyeyê bi awayekî di plangeriyan de bû. Di salekê de dewleta Tirkiyeyê, Siûdî û Qatarê re li hev kir, tevî çend hêzên cîhanê careke din dest bi şer kir. Şerekî dijwar û bêwijdan li hember rojavayê Kurdistanê kir. Helbet ev şer şerê hêzên cîhanî ye. Cara yekemîn şerê Rûsya, Çîn, Ewropa û Amerikayê ye, duyemîn şerê hêzên veşarî ye û ya sêyemîn jî şerê ereb, tirk û farsan e. Herwiha şerê grûbên îslamî ye.

Berxwedana HSDê û YPJê ruhekî neteweyî û gerdûnî derxist holê. Ev ruhê di kesayeta berxwedêriya jinên kurd û gelê Rojava de derketiye holê, gelo ji bo yêkitiya kurdan jî ne fersendeke mezin e ku bibin yek?

Rola HSD, YPG û YPJê di gihandina dengê kurdan, dengê aştî û azadîxwaziyê ya belavbûna cîhanê de qet nayê jibîrkirin. Van hêzan kurd bi cîhanê dan nas kirin. Bi taybetî jî jinên kurd ên şoreşger ev misyon pek anî. Di vî alî de em rola jinên kurd baş dinirxînin. Ev pêlek xurt e ji bo yekrêzî û yekîtiya kurdan. Artêşeke jinan ên welatparêz çêkirin, di vî warî de pir girîng e. Ev hêza leşkerî piştevaniya welatê te bike, ev pêngava yekîtiyê ye.

Berxwedana rûmetê ya azadiya kurdan ku niha bi têlên porên keziyên jinên kurd ku gerdûnî bûye û hemû cîhan xwedî lê derdikeve tê honandin. Ev ji bo yekîtiyê tê çi wateyê û hûn vê çawa dinirxînin?

Berxwedana rûmetê ya azadiya kurdan a wijdanî, ehlaqî, neteweyî û niştîmanî niha li Rojava dimeşe. Di vê berxwedanê de rola jinan em pir girîng dibînin. Roleke girîng û pîroz e. Keziya jineke kurd a şoreşger ne tenê rejîma El-Şera hemû cîhan hejand. Cîhan hemû bi doza kurdî hesand. Miletê kurd destnîşan kir ku jinên kurd dikarin bi her awayî bixebite û têbikoşe û ji bo serkeftinê pêşengî bike. Ev xwedîderketina gelên cîhanê li vî keziyî, bêguman qonaxake nû ye. Di xebata neteweyî û niştîmanî de pênasekirina kurdan a li cîhanê zor girîng e. Biskên keziyên jinên kurd ji cîhanê re bû hejmar û herwiha ev di yekîtî û hevgirtina kurdan de jî diyar bû. Ya din jî hat xuyakirin ku bi honandina keziyên jinan dikare yekîtiya kurdan a mezin durist bike. Em dikarin bibêjin ku li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava yekîtiya kurdan bi du tiştan diyar bû. Yek, ev zilm û zordestiya li rojavayê Kurdistanê hatiye kirin û ya duduyan jî jêkirina keziyên jinan bû. Dîsa bi avêtina laşê jineke pîroz a şervana kurd, ji avahiyeke bilind rûmeta cîhanê ev nehewandin û bi çalakiyên xwe hişmendiya çeteyên wek HTŞ û DAIŞê darizandin. Ango cîhanê ew jin wek sembola xwe ya gerdûnî ya nemir qebûl kirin. Ev ji bo gerdûnîbûna kurdan û bi taybetî jî ya ji bo jinên kurd zor zor girîng e.

Ruh û îradeya ku li rojavayê Kurdistanê derketiye holê, eger hêzên kurd vê veneguherînin yekîtiyê û kongereya neteweyî çênekin dê paşerojeke çawa li benda kurdan be?

Ev ruh û îradeya Rojava ya heyî, helbet ji bo yekîtiya kurdan baweriyek mezin çekir. Em di wê baweriyê de ne ku ev ruh naşikê û dê bi ser bikeve.  Wê Kurdistaneke azad û demokratîk çêbibe. Berî her tiştî divê kurd yekîtiya xwe rast bikin. Belê kongre û konferansên kurdî hene û berdewam jî dikin. Her wek ku min li jor jî aniye ziman, me qonaxeke mezin di yekitiya neteweyî de derbas kiriye.

Herî dawî li ser yekîtiya kurdan dixwazî bi taybetî tiştekî bibêjin yan jî ji bo yekîtiyê banga we çi ye?

Ji bo yekîtiya kurdan banga me li hemû alî, partî û saziyên kurdî, sendîkayên kurdistanî, axa, şêx û beg, şoreşger û têkoşer, dîn û mezhebên her çar parçeyên Kurdistanê ev e ku ji bo yekîtiya kurdan xebatê bikin. Xala girîng ji bo me çi ye? Kurdistaneke rizgar, miletekî azad, statuyeke demokratîk li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Bi vî çendî jî hemû kurd û miletên li Kurdistanê dijîn bi vê xalê ve bên girêdan. Ev êrişên dawî yên li Rojava tên kirin ji bo qirqirina gelê kurd e. Em baş dizanin armanca wan qirqirinan her çar parçeyên Kurdistanê ye. Tişta ku ji kurdan tê xwestin çi ye? Konseyeke leşkerî ya hevbeş, konseyeke siyasî ya hevbeş, konseyeke dîplomasiya hevbeş, konseyeke niştimanî ya neteweyî ya hevbeş were avakirin. Di van konseyan de kesên welatparêz û dilsoz jî bikaribin di nav de xwe bigirin. Nabe ku ew kesên di xendekên xiyanetê de ne li ser navê Kurdistanê kar bikin û din nav de cih bigirin. Jixwe Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) heye. Serok û reberê xwe hene. Îradeyeke zîrek heye. Dikarin serkêşiya meseleya yekîtiyê bikin. Di pêşerojeke nêzîk de dikarin helwesta cîhanê li hemberî van êrişan biguherînin. Gelê kurd bi îradeya xwe, bi şervanên xwe, bi têkoşîna xwe, bi mafê xwe yê rewa yê dîrokî bizivire ser mafe xwe yê duristî. Hêzên cîhanê yên mezin nikarin heta dawiyê dijminatiya gelê kurd bikin. Niha jî banga me ew e ku li beramberî zilma ku li Rojava tê kirin, cîhan xwe cardin di ber çavan re derbas bike.

 

Nûçeyên Eleqedar