‘Entegrasyona Demokratîk ne bişavtin e, pratîka jiyana wekhev û hevpar e’

Hevserokê Giştî yê HDPê Cahît Kirkazak, li ser formûla "Entegrasyona Demokratîk" destnîşan kir ku ev têgeh ne bişavtin e, avakirina jiyaneke hevpar a pirçandî û wekhev e û bal kişand ser wê yekê ku ji bo aştiyeke mayînde pêwîstî bi destûreke bingehîn a sivîl û ji nû ve pênasekirina hemwelatîbûnê ya li ser prensîba wekheviyê heye.

1 deqe xwendin
‘Entegrasyona Demokratîk ne bişavtin e, pratîka jiyana wekhev û hevpar e’

Nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd ku yek ji meseleyên siyasî yên herî kûr ên Tirkiyeyê ye, bi têgehên nû didomin. Ev hevpeyvîna ku me bi Hevserokê Giştî yê HDPê Cahit Kirkazak re pêk aniye, çarçoveya teorîk û pratîkî ya têgeha "Entegrasyona Demokratîk" bi awayekî kûr dinirxîne. Kirkazak, vê vegotinê weke qutbûnek ji paradîgmaya "Komara Demokratîk" a raboriyê pênase nake; berovajî vê, weke "rêbazeke pêkanînê" ku lingên vê komarê yên civakî, hiqûqî û çandî li erdê didine rûniştandin, pênase dike. Kirkazak teqez dike ku li dijî qutbûna di nava civakê de, entegrasyon ne "helandin" an jî "bişavtin" e, belkî rewşeke yekbûnê ye ku tê de cudahî tên parastin, her wiha ji hewcedariya destûra bingehîn a sivîl heta mafê zimanê dayikê, ji pênaseya hemwelatîbûna wekhev heta rengvedanên vê meseleyê yên di hevkêşeya Rojhilata Navîn de, nirxandinên balkêş dike. Ev hevpeyvîn, ronî dide ser şîfreyên aştiya navxweyî û aramiya herêmî ya Tirkiyeyê.

Projeya “Entegrasyona Demokratîk" a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, ji formûlasyonên wekî "komara demokratîk" ên ku di salên derbasbûyî de dihatin bilêvkirin, di warê têgihî û pratîkî de bi kîjan aliyên xwe vediqete? Ev vegotina nû, di lêgerînên çareseriyê de nîşaneya guherîneke paradîgmayeke çawa ye?

Di navbera paradîgmaya “Komara Demokratîk” û “Entegrasyona Demokratîk” de cudahiyeke paradigmatîk tune ye. Her du têgeh hev temam dikin. Her du jî di bingeha xwe de jiyana hevpar a di civakên pireng de dihewînin. Wek civakên pirçandî, pirzimanî, pirolî, pirnetewî û hwd., bi helwesta rêzgirtina ji mafên hevpar û jiyanek bihevre ye. Komara Demokratîk navekî formûlasyona vê civakê ye, entegrasyona demokratîk jî sepandin û rêbazên jiyana hevpar ên di warê xwezayî û civakî, exlaqî û hiqûqî, perwerdehî û çandî, aborî û xwerêvebirinê de. Ji ber wê jî di nav her du têgehan de cudahiyeke paradigmatîk tune ye. Her du têgeh hevûdu temam dikin.

Lê em dibînin ku têgeha “entegrasyona demokratîk” bi zanebûn ji bo ku hestên civakê bi awayekî neyînî were tevlîhevkirin, tê niqaşkirin. Loma pêwîst e em vê têgehê bi zelalî vekin. Her çiqas di derbarê têgeha “entegrasyon”ê de li ser nerîneke hevpar a rojane de lihevhatinek tunebe jî, di derbarê koka wê de zelaliyek heye. Têgeha entegrasyonê ji latînî “integrare” tê û bi wateya xwe ya zimanî ne “helandin” an “bişavtin” e, lê “ji nû ve bi hev re temambûn, yekbûn û tevayîbûn” e.

Lê mixabin gelek caran ev têgeh weke ku hêza qels divê xwe li hêza xurt an navendî biguncîne, qels di nava ya xurt de bihele, hebûna xwe winda bike tê fêmkirin. Di rastiyê de dîroka mirovahiyê nîşan dide ku mirov weke hebûneke civakî ye û di heman demê de yekîtiyên civakî jî ava dike. Dîroka mirovahiyê ne tenê dîroka nakokî û pevçûnan e, di heman demê de dîroka entegrasyona civakê ye jî. Di civakan de her ku têkiliyên civakî di navbera kesan de zêde dibin, civak hem tevlihevtir û hem jî bi awayekî xurtir yekgirtî û entegre dibe. Di vê wateyê de entegrasyon ne têkiliya “mêvan-xwediyê malê” ye. Entegrasyon “bi hev re yekbûn” û “tevayîbûn”ê ye. Ew beşdariyeke dualî û guhertineke dualî ye. Kûrahiya wê ya sazûmanî û civakî heye. Ew windabûnek nîne, lê dînamîka hebûnê ye. Di vê wateyê de entegrasyon dikare wiha were pênasekirin: Kombûna pêkhateyên civakî, siyasî û çandî yên cuda di nav pergalek an avahiyeke hevpar de, avakirina yekîtiyeke dualî û pêvajoya ku ev pirrengî hevdu qebûl dike û nas dike. Entegrasyon avakirina ahengeke hevpar e ku tê de cudahî bi hebûna xwe ya resen û bi pejirandina cudahiyên din re bi hev re dibin yek. Ev avakirin, li şûna pevçûn û veqetînê, yekîtiya wekhev a hevpar îfade dike. Têgeha entegrasyonê di dîroka mirovahiyê de bi têgihiştinên yekperest re hate guhertin û bêqîmetkirin. Serweriya têgihiştina netew-dewletî di sepandinên entegrasyonê de, di heman demê de gelek rexneyên li ser têgeh û pêvajoya entegrasyonê jî bi xwe re anîne. Lê di dîroka mirovahiyê de û li her devera cîhanê mînakên xurt ên entegrasyona demokratîk hene. Wekî: li Mezopotamyaya kevnar têkiliya Akkad û Sumeran, di Împaratoriya Osmanî de pergala mîletan, Afrîkaya Başûr piştî Apartheidê, Yekîtiya Ewropayê, li Kanadayê modela Mozaîk û hwd.

Rast e, wekî ku we di pirsê xwe de anî ziman, têgeha entegrasyona demokratîk lêgerîneke jiyana wekhev û hevpar e. Ev lêgerîna Birêz Öcalan ne ji îro ve dest pê kiriye. Fêmkirina Öcalan a entegrasyonê, di çarçoveya paradîgmaya Netewa Demokratîk de, perspektîfeke ku ber bi yekbûn û tevayîbûna wekhev û azad a gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn ve diçe, îfade dike. Di vê çarçoveyê de, têgihiştina “entegrasyona demokratîk” a Öcalan li ser sê prensîbên bingehîn disekine: Yekem danasîna kirdeyan, duyem diyarkirina rêbazê; û sêyem jî zelalkirina armancê ye. Birêz Öcalan di lêgerîna jiyana wekhev û hevpar de têgeha entegrasyona demokratîk di sala 1993’an de dest pê kir. Öcalan di sala 1999an de, di “Manîfestoya Aştiyê” de, di 2013an de bi têgeha jiyana ‘temamker û entegrasyon’ û di 2025an de jî bi têgeha ‘entegrasyona demokratîk’ domiya.

Dema em avahiya siyasî ya qutbûyî (polarîze) ya heyî ya Tirkiyeyê li ber çavan bigirin, têgiha "entegrasyonê" di nav beşên cuda yên civakê de (bi taybetî di nava bingeha neteweperest û muhafezekar de) dikare çawa dengekî vede? Potansiyela vê projeyê ya ji bo afirandina xaleke hevpar a asgarî (kêmtirîn) ku bikaribe giştiya civakê qanih bike, çi ye?

Her wekî ku me behs kir, entegrasyona demokratîk forma jiyana hevpar û wekheviya civakên pirçandî, pirolî û pirzimanî ye. Di dîroka civakî ya mirovahiyê de, xeynî van du sed salên dawî, civak bi hev re û di nav aştiyê de jiyana xwe domandiye. Lê bi taybetî bi serdema kapîtalîzma modern de civak bi pergala yekperestiyê hatiye pelçiqandin û pirrengiya civakê hatiye înkar kirin. Pergala yekperest bi gelemperî li ser netewperestî an nijadperestiyê hatiye avakirin an jî li ser olperestî/mezhebperestiyê hatiye avakirin. Ev rewş derxistiye holê ku pergala yekperestiyê ji bo civakê defikek xeternak û qeyraneke hebûn û tunebûnê ye. Ji bo ku civak ji vê defik û qeyranê xelas bibe, divê hemû beşên civakê li hember mafên civakî û mirovahiyê ji hev re rêz bigirin. Ji ber ku di jiyana pirrengiyê de aramî heye, aşti heye, dewlemendî heye û jiyan heye. Ji bo qanih kirina civakê, jiyana hevpar herî hinceteke xwezayî ye. Dema ku beşek ji civakê ne xwediyê mafên xwe yên hevpar be û di metirsiyê de be, di bin bandora qeyrana hebûn û tunebûnê de be, tu beşek ji civakê di aramiyê de nabe. Ew qeyran û metirsî bandorê li hemû civakê dike. Ji ber wê jî, ji bo xwedîderketina li pêşeroja civakê, divê hemû beşên civakê bi rêbaza entegrasyona demokratîk pergala Komara Demokratîk biparêzin û bikin meriyetê.

Di avakirina pêvajoyeke wiha ya entegrasyonê de, divê rolên spesîfîk (taybet) ên ku dikevin ser milê saziyên dewletê, partiyên siyasî yên li TBMM'yê û rêxistinên civaka sivîl çi bin? Li ber ronahiya dersên ku ji pêvajoyên derbasbûyî hatine girtin, divê meseleyên muxatabî û şefafiyetê di vê projeyê de çawa werin dîzaynkirin/kurgukirin?

Ceribandinên sedsalê ku civaka Tirkiyeyê daye nîşandan, nîşan didin ku xeynî civaka demokratîk an Komara Demokratîk, tu pergal nikare vê civakê de jiyanek bi hev re an aşti û aramiyeke mayînde pêk bîne. Civaka Tirkiyeyê û bi taybetî jî gelê kurd li ser du esasan disekinin: Yekem, ew e ku welatekî hevpar, duyemîn jî, bi zimanê xwe, çanda xwe û nasnameya xwe jiyaneke wekhev û hevpar e. Lê dema ku civak ji van biryarên xwe destbernede û dewlet jî xwe demokratîk neke, wê demê ew ê li lêgerîn û çareseriyên cuda bigeradin. Ji ber wê jî divê di serî de saziyên civakî û civak denge xwe û xwedîderketina li mafên xwe yên hevpar û şexsî bilind bike, siyaset denge saziyên civakê û denge civakê bibihîze û li meclisê li gorî pêwîstiyên ku mafên civakê bên misoger kirin, bi qanûn û hiqûqê rêkûpêk bike. Dewlet jî li gorî rêkûpêkkirina qanûn û hiqûqê erkê xwe bisînor bike û di nav çarçoveya hiqûq û demokrasiyê de bi cih bibe.

Ji bo ku fikra "Entegrasyona Demokratîk" di pratîkê de pêk were (bi goşt û hestî bibe), di çarçoveya destûra bingehîn û qanûnî ya heyî ya Tirkiyeyê de pêwîstî bi çi cure reformên avahîsazî heye? Ev proje, di nîqaşên destûreke bingehîn a sivîl û demokratîk de dikare li ku derê bê rûnişkandin?

Ji bo jiyaneke hevpar, aşti û aramiyeke mayînde pêk bê, divê komar veguherîna xwe ya demokratîk bi cih bîne. Ji bo komarek demokratîk bibe, divê di serî de rê li demokratîkbûna civakê vebe. Ev jî bi lihevkirineke demokratîk û bi rêbaza entegrasyona demokratîk pêkan e. Ew jî bi peymana lihevkirina civakê, ango bi zagona bingehîn a demokratîk pêkan e. Zagona bingehîn a îroyîn a Tirkiyeyê ne demokratîk e û mixabin ji bo entegrasyona demokratîk nabe bersiv. Ji bo entegrasyona demokratîk, di serî de hin xalên sereke hene ku ji bo demokratîkkirina zagona bingehîn ferz in. Ji ber ku entegrasyona demokratîk li hember bişavtinê ye, divê di serî de pênasekirina nasnameya hemwelatiyê ne li ser netew, ol, zayend û bîrdoziyê be. Di serî de pênasekirina hemwelatiyeke azad di zagona bingehîn de were bi cih kirin, ku hemû hemwelatî xwe di zagona bingehîn de bibînin. Ya duyemîn jî, ji bo hemû beşên civakê mafê rêxistinkirinê, azadiya fikir û raman û siyaseteke demokratik, ên sêyemîn  ji bo hemû beşên civakê mafê xwe rêvebirinê û ên çaremin jî jiyandina mafê ziman û çandî divê di zagona bingehîn de were misoger kirin.

Dema ku rehenda derbaskirina sînoran a pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn (bi taybetî li Sûriye, Îran û Iraqê) tê fikirandin, gelo divê ev proje tenê wekî meseleyeke navxweyî ya Tirkiyeyê were xwendin? Bandorên muhtemel ên vîzyona "Entegrasyona Demokratîk" li ser têkiliyên Tirkiyeyê yên bi welatên herêmê re û li ser siyaseta wê ya derve ya giştî wê çi bin?

Ji bo ku alozîya Rojhilata Navîn raweste û aramî û aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn pêk bê, divê di serî de kurd azad bin. Heta ku kurd li Rojhilata Navîn azad nebin, welatên ku tê de dijîn mafên wan ên hevpar neyên pejirandin û hiqûqa wan neyê naskirin, li Rojhilata Navîn alozî kêm nabe, aramî û aştiyeke mayînde pêk nayê. Ji ber ku hêzên herêmî û hêzên emperyal mijara tunehesibandina kurdan her tim li hember van dewletan bi kar tînin û kurd jî êdî bê statûbûniyê û bê hiqûqiyê qebûl nakin. Li hêleke din jî ji Peymana Qesrê Şîrîn û bi taybetî ji despêka sedsala bîstemîn ve ji aliyê hêzên emperyal ve erdnîgariya Kurdan li gorî berjewendiyên xwe perçe kiriye. Her çiqas erdnîgariya Kurdan hatibe perçekirin jî, hest, giyan û dilê kurdan bi hev re ye. Li ku derê dilekî kurdek biêşe, dile hemû kurdan dêşê, li ku derê ji bo kurdan şanaziyek an kêfxweşiyek hebe, ji bo hemû kurdan şanazî û kêfxweşî heye. Ji ber wê jî, entegrasyoneke demokratîk ku li Tirkiyeyê pêk bê, bê guman di serî de ji bo pêşketina demokrasî û aramî û aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê derfetek pir mezin e. Di heman demê de ji bo serweriya Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn jî ew ê deriyekî girîng vebike. Dema ku kurd li Tirkiyeyê bi rêbaza entegrasyona demokratîk bigihîjin mafên xwe yên hevpar an kolektîf, bê guman ew ê bandoreke erênî li Rojava, li Rojhilat û li Başûr jî bike. Ev jî tê wateya ku bi kurdan re têkiliyeke li ser bingeha aramî, aşti û demokrasiyê, di heman demî de têkiliya aramî, aşti û demokrasiya Rojhilata Navîn e.