Entegrasyona li Rojava

Gelo entegrasyona demokratîk a ku Rêbertî qal dike û niha li Rojava aj dide çawa ye? Em qala entegrasyona demokratîk dikin. Ango em qala dewlet+demokrasiyê dikin. Li vê derê tevlîbûna yekalî tune ye. Vîna hev, mafên hev naskirin û tevlîbûna hevpar heye. Ew wekî diyalektîka dualî ya avakar e.

1 deqe xwendin
Entegrasyona li Rojava

Wekî gelek têgihan, têgiha entegrasyonê bi Rêbertiyê ket rojeva me. Berî wê entegrasyon wekî têgih ne di rojeva me de bû. Ya rastir heta niha me entegrasyon bi awayê ku pergala serdest pêk anîbû û bi me dabû fêmkirin dinirxand.

Em bi vê bîrxistinê dixwazin bêjin çi? Em dixwazin bêjin; ger em ê entegrasyona li Rojava, an jî entegrasyona li çar parçeyên Kurdistanê binirxînin, divê em fêm bikin ka Rêbertî bi têgiha entegrasyonê çi qest dike? Lewra Rêbertî têgih xist rojeva me. Lewra em ji dîrokek dirêj dizanin ku Rêbertî girîngiyeke mezin dide têgihan. Wekî ku serdestan bi serweriya hişmendiya xwe pêkaniye û li me jî ferz kiriye mêze nake. Rêbertî gotinê ji qalibên ku di herka dîrokê de serdestan li dorê bilind kiriye derdixe. Ji toz, qirêj û darazên serdestan paqij dike, têgihê, wateyê û çavkaniya ku jê derketiye digihîne hev. Ev çavkanî bi giranî xwezaya civakê û civaka komunal e ku li dora jinan pêk hatiye. Em hemû têgihan li vir nikarin rêz bikin lê em dikarin wek mînak bêjin; neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk, polîtîka, jin, demokrasî, xweparastin têgihên wisa ne. Ger em bînin bîra xwe em ê bibînin ku me berê li van têgihan wisa mêze nedikir. Loma li derveyî yên ku dijminatiyeke qestî dikin, bi qestî dixwazin hiş û mejiyê civakê tevlihev bikin jî, gelek kesên ku gotin û tespîtên Rêbertî baş fêm nakin, wekî ku pergalê heta îro hînî wan kiriye fêm dikin jî hene. Loma em dibêjin; ger îro gotin, tespît û beregehên Rêbertî ji aliyê gelê kurd, dostên gelê kurd û mirovahiyê ve nayên fêmkirin, berpirsyar heval û şopdarên Rêbertî ne. Lewra ew 27 sal in di bin tecrîdeke bêhempa de ye. Yên ku divê wî û fikrên wî bidin nasîn hevalên wî ne. Hevaltiya nebes a ku ji komplaya navdewletî vir ve tê ziman jî ev e. Nexwe me hîn baş derbas nekiriye, ev jî mijareke têgihîştinê ya li pêşiya hevrêyan e.

Îcar em dîsa werin ser gotina entegrasyonê. Heta ku Rêbertî entegrasyonê pêşkêş nekiribû, me pênaseyê li gor serdestên Ewropa dizanibû. Yên ku diçûn Ewropayê ji bo ku tev li pergala wan bibin pêvajoyek dijiyan. Ji wê re jî dihate gotin; entegrasyon. Belkî serdestên ewropî bi tevayî kurdbûn, tirkbûn, erebbûn an jî çandeke din înkar nedikirin lê hêdî hêdî di nav pergala xwe, nirxdarazên xwe de dihelandin. Lewra parastineke wan a cuda, vîneke wan a ku bixwazin yên hember nas bikin tune bû. Yên serwer heta yên serdest hebûn û yên ku tevlî wan dibûn hebûn. Loma entegrasyon awayekî tevliîbûna yekalî û radestî bû.

Gelo entegrasyona demokratîk a ku Rêbertî qal dike û niha li Rojava aj dide çawa ye? Em qala entegrasyona demokratîk dikin. Ango em qala dewlet+demokrasiyê dikin. Li vê derê tevlîbûna yekalî tune ye. Vîna hev, mafên hev naskirin û tevlîbûna hevpar heye. Ew wekî diyalektîka dualî ya avakar e. Her du alî hev tune nakin, an jî yek tev li ya din nabe. Her du alî vîna hev, mafên hev, hebûna hev nas dikin, hevpariyek derdikeve holê. Di wateyekê de hebûneke nû jî derdikeve holê. Bêşik kesek vê bi xêra xwe nake, serdest qet nakin! Ji ber ku yê hember bi bin nexistine, zora hev nebirine, êdî heta radeyekê fêm kirine ku dijîtî bi tenê dide wendakirin, hem jî bi herdu aliyan dide wendakirin. Loma naskirina vîna hev jêveneger dibe. Dibe ku hinek di vê rewşê de jî bixwazin lîstikan bilîzin û bixwazin vîna gelê kurd nas nekin. Lê jixwe ji ber ku gelê kurd bi bin neketiye, yên hember nikaribûne vîna gelê kurd tune bikin entegrasyona demokratîk hatiye rojevê û gengaz bûye. Ango jixwe divê gelê kurd ji vê şûn de jî bêparastin nebe û vîna xwe radestî ti kesî neke. Belkî tişta ku gelê kurd jî, gelên din ên dinyayê, hemû mirovatî fêm bike ya bingehîn jî ev e. Gul jî bêsitirî, bêparastin nabe; heyîn jî xwebûn jî bes bi xweparastinê gengaz in.