Eşîrên kurd, ereb û tirkmen: Em yek in

Beşdarên Civata Pêkhate û Eşîrên Herêma Firatê li hev kom bûn û gotin: “Em yek in.”

1 deqe xwendin
Eşîrên kurd, ereb û tirkmen: Em yek in

Li Kobanê Civata Pêkhate û Eşîrên Herêma Firatê bi dirûşma `Bi rihê çanda xweşbîniyê û jiyana aştiyane, em nirxên civaka xwe biparêzin` hat lidarxistin.

Êlên ereb, tirkmen û kurd ên herêma Kobanê, fermandarên HSDê, nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî, nûnerên hikumeta demkî û mêvanên ji Heleb, Reqa, Tebqa û Girê Spî, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, alîkarê Wezîrê Parastinê Sîpan Hemo û şêwermendê hikumeta demkî Cîhad Îsa El Şêx beşdarî civatê bûne.

Beşdarên civatê der barê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivîn.

Mihemed Besrawî kêfxweşiya xwe bi vê kombûnê anî ziman û  got: "Em hemû zarokên Sûriyeyê ne û xwişk û birayên hev in. Ji bo aramî pêk were û mafên hemû pêkhateyan misoger bibin, em ê bi hev re têbikoşin."

Sakîne Kurdo ya ji Kobanê jî hêvî kir ku li seranserî Sûriyeyê ewlehî pêk bê û wiha axivî: "Em û gelê Ereb yek in. Em xwişk û birayê hev in. Ne ereb bêyî kurdan dibin û ne jî kurd bêyî ereban dibin. Her du pêkhate hev du temam dikin. Em ê kurd û ereb bi yek destî Sûriyeyeke demokratîk û azad ava bikin."

`Hemû pêkhate xwedî maf in `

Necih El Ewn ê ji herêma Ezazê da zanîn ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ev  kombûn ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê gelekî girîng e û got: “Hemû pêkhate xwedî maf in, wek hev in û divê nakokî tune bin.” 

Seyfo Elî Remo jî destnîşan kir ku kurd û ereb xwişk û birayên hev in û dê rê nedin fitne çêbibe û wiha axivî: “Ji bo mafên hemû pêkhateyan misoger bibin û aramî li welat pêk were dê bi yek destî û yek rihî tê bikoşin.
Kurd û ereb yek in

Abo Mazlûm Şêxanî yê ji eşîra Şêxan jî destnîşan kir ku kurd, ereb û tirkman û hemû pêkhate xwşik û birayên hev in û got, armanca wan e ew  ku mil bi mil ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk tê bikoşîn.

El Şêxanî di dewama axaftina xwe de got: "Li ser daxwaza birayên me ku em ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bin tê bikoşin, em îro li kêlek hev in û di bin konekî de civiyane. Em ji kesên dixwazin fitneyê di nava Kurd û Ereban de çêdikin re dibêjin: em yek in û em ê têkiliyên xwe xurtir bikin, ji ber ku em ên vî welatî ne."

Xelîl Mihemed ê ji eşîra Kêtikan anî ziman ku tu cudahî di navbera kurd û ereban de tuneye û wiha bang kir: “Divê gelên ereb, kurd, durzî, elewî û mesîhî bi yek destî, ji bo Sûriyeyeke demokratîk û azad tê bikoşin."