Ev ne tenê merasîm e, zindîhiştina bîrê ye
DFG îsal amadekariya organîzasyona 33yemîn a Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dike. Hevseroka DFGê Kesîra Onel, diyar kir ku ev xelat mîraseke zindî ye û tevî hemû zext û girtinan, lêgerîna rastiyê ye ku ji Apê Mûsa û Mamoste Huseyîn Aykol maye dê li dilê Kurdistanê, li Amedê geştir bibe.

Kevneşopiya Çapemeniya Azad ku di bin şert û mercên herî giran de, bi dayîna bedelên mezin zêdetirî 30 salan e li ser piyan e, îsal xwe amade dike ku xelateke pir biwate li dar bixe. Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku 32 salan li dû xwe dihêle, îsal cara yekem di bin banê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) de û li dilê Kurdistanê, li Amedê tê lidarxistin.
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kesîra Onel derbarê girîngiya lidarxistina merasîma Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ya li Amedê bersiv da pirsên me.
Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê 32 sal li dû xwe hiştin. Îsal wek DFG hûn ê organîzasyona 33yemîn a vê xelatê bi rê ve bibin. Ev gava nû ji bo komeleya we xwedî çi wateyê ye?
Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku her sal bi awayekî kevneşopî bi pêşengiya Rojnameya Yenî Yaşamê dihat lidarxistin, dê îsal li dilê Kurdistanê, li Amedê pêk bê. Ji bo ku ev çalakî li Kurdistanê bê kirin, ev demeke dirêj bû ku daxwaz hebû. Her çend di salên borî de çalakiyên cur bi cur ên bîranînê hatibin organîzekirin jî, ji ber ku ev çalakî dê cara yekem di bin banê DFGê de bê lidarxistin, ji bo me hem cihê kelecanê hem jî çavkaniya rûmetê ye.
Xelatên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniyê, hem ji bo zindîhiştina kevneşopiya Çapemeniya Azad hem wekî zemînekê ku hempîşeyên me bikaribin xwe tê de îfade bikin, xwedî cihekî girîng e. Ji ber vê yekê, divê ev kevneşopî were parastin û domandin.
Tê zanîn ku bandora çapemeniyê ya li ser civakê her ku diçe zêdetir dibe, bi vê ve girêdayî zextên heyî jî girantir dibin. Di bin van zextan de hûn hêza xebatên xwe dispêrin çi?
Têkiliya navbera çapemenî û civakê, di rastiya her civakê de xwedî cihekî jiyanî ye. Çapemeniya ku tiştê nayê zanîn dide xuyakirin, tiştê nayê dîtin mîna neynikê nîşan dide û rastiyê bi awayê herî xwerû digihîne gel. Wekî yek ji dînamîkên bingehîn ên jiyana civakî ye. Ji ber vê yekê çapemenî, ne tenê amûrek e ku nûçeyan radigihîne; di heman demê de hêzeke pêşeng e ku bîra civakê ava dike û mafê raya giştî yê gihîştina agahiyê diparêze.
Lê belê tam jî ji ber vê sedemê, di dirêjahiya dîrokê de her tim serdemên ku mafê civakê yê girtina nûçeyan ji aliyê desthilatdariyan ve hatiye astengkirin, hebûne. Li Kurdistanê ev rewş bi awayekî zelaltir tê dîtin. Ji ber ku li vir zilm û berxwedan ketine nav hev; ji kiryarên nediyar heta şewitandina gundan, ji rojnamegerên hatine kuştin heta operasyonên li ser çapemeniyê, gelek rêbazên zextê hatine xebitandin. Îro her çend rêbaz guherîbin jî, tê dîtin ku di pergala heyî de polîtîkayên bêdengkirin û çavtirsandina li ser çapemeniyê bi şêwazên cuda didomîne.
Tam di vê xalê de, li ser milê kesên ku kevneşopiya Çapemeniya Azad didomînin û li dijî desthilatdariyan helwesteke rexneyî nîşan didin, berpirsiyariyeke girîng heye. Têkoşîna me ya hevpar, zindîhiştina rastiyê û yekkirina vê rastiyê û civakê ye. Motîvasyona herî girîng a hêzê dide me jî, ew mîras e ku hevrêyên me yên wendakirî li pey xwe hiştine. Pênûs, kamera û lêgerîna rastiyê ya ku wan wek mîrate ji me re hiştine, ti carê li erdê nehêştin; domandina têkoşîna wan a bi biryardarî ye. Ev hişmendî, bingeha xebatên me û îfadeya herî bihêz a berpirsyariya me ya li hemberî pêşerojê ye.
Îsal cara yekem e ku li ser navê Huseyîn Aykol "Xelata Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê" tê dayîn. Wek DFGê, gava we ev biryar wergirt, we xwest kîjan aliyê mîrasa pîşeyî ya Huseyîn Aykol derxin pêş?
Di 1ê çileya 2026an de, di roja yekem a salê de ew nûçeya xemgîn gihîşt me. Xemgîniya ku em rojek berê pê re axivîbûn, êşa me hîn kûrtir kiribû. Mamoste Huseyîn (Aykol), yek ji çinarên herî bihêz ên dîroka Çapemeniya Azad bû.
Hêj di bihara temenê xwe de tundiya dewletê nas kiribû, lê tevî vê yekê jî ti carê tawîz ji helwesta xwe ya şoreşger neda. Piştre Tevgera Azadiya Kurdî û kevneşopiya Çapemeniya Azad nas kir. Tevî zext, lêpirsîn, girtin û hewldanên astengkirinê yên bêjimar ên li ser çapemeniyê, ti carê gavek paşve neavêt. Lêgerîna xwe ya li pey rastiyê domand; bû dengê zindanan. Gotina ‘em generalên Apê Mûsa ne’ tim li ser zimanê wî bû. Ti carê bîranîna Apê Mûsa paşguh nedikir. Her sal beşdarî bîranîna ku li Amedê dihat lidarxistin dibû û rapora salane ya Çapemeniya Azad pêşkêş dikir.
Helwesta wî ya şoreşger û hewesa wî ya mezin a ji bo rojnamegeriyê, ew heta kêliya dawî ya jiyana wî wekî kesayetiyekî ku hildiberîne, dixebite û têdikoşe da jiyandin. Ji ber vê yekê, bi wefata wî re me ne tenê rojnamegerekî hêja, di heman demê de çinareke mezin wenda kir.
Merasîma ku em ê îsal li dar bixin, ji roja ku dest pê kiriye û vir ve dê bibe merasîma yekem ku Mamoste Huseyîn ne di nav me de ye. Lê em dizanin ku mîrasa wî li pey xwe hiştiye, bi feda û keda rojnamegerên ku wî di gihandina wan de rol lîstiye û feyz daye wan, dê zindî bimîne.
Wekî hewcedariyeke deynê wefayê ku em li hemberî wî hîs dikin, em bawer dikin ku mîna Apê Mûsa, ew ê ji bo hempîşeyên xwe yên ciwan ên ku li pey wî tên û dê di pêşerojê de di vê rêyê de bimeşin bibe çavkaniya feyzê. Ji ber vê yekê me xwest ku em navê wî zindî bihêlin, têkoşîn û lêgerîna wî ya rastiyê bigihînin nifşên pêşerojê. Navê Mamoste Huseyîn dê cihê xwe yê birûmet ê di dîroka Çapemeniya Azad de biparêze û her bijî.
Di beşa nûçeyên kurmancî de, we destnîşan kiriye ku mirov dikare bi hemû zaravayên kurdî (wekî kirmanckî, soranî hwd.) tev lê bibe. Ev nêzîkatî ji bo dewlemendkirina arşîva çapemeniya kurdî xwedî çi girîngiyê ye?
Em hemû bi hev re bûn şahid ku gotina ‘Kurdistan yek e’ ku bi salan e tê ziman, ne tenê sloganek e; berevajî wê, fêmkirineke wisa ye ku di nav rastiya civakî û siyasî de rûniştiye. Ji ber vê yekê, di nîqaşên ku me wekî lijne meşandin de, em gihîştin wê nêrîna hevpar ku nêzîkatiya vê mijarê tenê li bakurê Kurdistanê, dê çarçoveyeke teng û sînordar ava bike.
Bi taybetî di serdemeke ku polîtîkayên asîmîlasyonê hêj ji rojevê neketine û hewl tê dayîn ku heta zaravayên kurdî jî ji hev bên qutkirin de, em bawer dikin ku bi wesîleya vê merasîmê, em girêdanên xwe yên çandî û civakî yên hevpar careke din bi bîr bînin. Di heman demê de, em bawer dikin ku serlêdanên bên kirin û berhemên ku dê derkevin holê, dê rojnameger û kedkarên çapemeniyê yên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê li ser zemîneke hevpar bîne cem hev; ev yek dê nêzîkatiyên dabeşker pûç bike û bibe alîkar ji bo xurtkirina bîreke hevpar û piştgiriyê.
Di beşên wêne û vîdeoyê de, rêgezên pir hişk li dijî destwerdana dîjîtal hatine danîn. Di serdemekê de ku em di teknolojiyên guhertina dîmenan de pir bi pêş ketine, rastiya nûçeyê di qada dîtbarî de dê çawa were parastin?
Yek ji guhertinên girîng ên ku me îsal pêk anî jî, berfirehkirina çarçoveya kategoriya nûçeyên dîtbarî (vîdyonûçe) bû. Lijneya me gihîşt wê nêrînê ku ev qada ku di serdemên borî de di nav çarçoveyên sînorkirî de dihat nirxandin, divê bi xebatên xwedî mijar, vebêjî û honandina xweser a ku ji şopandina nûçeya klasîk wêdetir diçe, hîn dewlemendtir bibe.
Nêrîna me ya li ser vê rastiyê ew e ku nûçeya dîtbarî ne tenê amûreke qeydkirina bûyerekê ye, di heman demê de şêwazeke bihêz a vebêjiyê. Me armanc kir ku em qadeke nirxandinê ya berfirehtir û piralî ava bikin. Li şûna qaydeyên hişk û teng, em bawer dikin ku nêzîkatiyeke berhemên afirîner teşwîq dike û rê dide şêwazên cuda yên vebêjiyê, dê zemîneke saxlemtir ji bo serlêdanan ava bike.
Bêguman, derfetên teknolojîk ên serdema me, her wekî ku ji bo hilberîna dîtbarî avantajên girîng pêşkêş dikin, gelek nîqaş û zehmetiyan jî bi xwe re tînin. Ji ber vê yekê, juriya ku hatiye avakirin dê di dema nirxandinên xwe de van hemû şert û mercan û faktoran li ber çavan bigire.
Xebatên nûçeyan; dê di warê jêhatîbûna teknîkî, şêwazên vebêjî û honandinê, nirxa naveroka ku hildigirin û peyamên ku dighînin temaşevanan de, bi awayekî tekûz werin lêkolînkirin. Bi vî rengî, em armanc dikin ku hem cewherê nûçeyê û girêdana wê ya bi rastiyê re biparêzin, hem jî keda ku hatiye dayîn bidin xuyakirin. Em bawer dikin ku ev nêzîkatî dê bibe alîkar da ku di qada nûçegihaniya dîtbarî de berhemên hîn biîstîqrar, bi kalîte û xweser derkevin holê.
Dirûşma pêşbaziyê her dem wekî "heqîqet teqez rêya xwe dibîne" tê dubarekirin. Hûn bandora van xelatan li ser motîvasyona rojnamegerên ciwan ên ku nû dest bi vî pîşeyî dikin û di bin metirsiya binçavkirin an girtinê de dixebitin, çawa dinirxînin?
Tevî hemû zext, polîtîkayên çavtirsandinê, girtin û komkujiyan, ji bo kevneşopiya Çapemeniya Azad a ku zêdetirî 30 sal in li ser piyan maye, ev gotin tam li cihê xwe rûdinê: rastî zû yan dereng, teqez rêya xwe dibîne.
Ji ber ku eger xala destpêkirina rêyê lêgerîna rastiyê be, li pêşiya wê çi qas astengî werin danîn jî, hêza derketina holê ya rastiyan ti carê ji holê ranabe. Ev ne tenê sloganek an jî şiyarek e; berpirsyariyek e ku em li ser milên xwe hildigirin, helwest û mîsyoneke ku ji nifşekê bo nifşekê tê veguhastin. Di nav Çapemeniya Azad de, bi demê re ev bûye pîvaneke nehatî nivîsandin lê belê veguheriye rêgezeke rûniştî.
Hatina me ya li vir a li cem hev, ne tenê ji organîzekirina merasîma xelatdayînê pêk tê. Ev rûniştin û hevdîtin, vîna zindîhiştina bîra kevneşopiyeke rojnamegeriyê ye ku bi dayîna bedelan rewabûn û hebûna xwe nîşan daye. Di heman demê de, îfadeya biryardariya birîna têkoşîna ku ji rabirdûyê hatiye dewrgirtina ber bi pêşerojê ye.
Ji ber ku Çapemeniya Azad, ne tenê tevahiya saziyan in ku nûçeyan hildiberînin; navê kevneşopiyekê ye ku di peyv û şopa rastiyê de israr dike. Ew ê ev kevneşopî, tevî hemû zextan mîna duh îro jî axaftin, nivîsandin û gihandina rastiyê ya ji bo gel bidomîne.
Çapemeniya Azad ti carê bêdeng nabe.


