Ew dîplomat, siyasetmedar û kîmyager bû

Salîh Muslim ku 55 salên xwe di nava têkoşîna azadiya kurd de derbas kir, jiyana xwe ji dest da. Salîh Muslim, hem dîplomat, hem siyasetmedar û hem jî kîmyager bû. Wî hemû temenê xwe di nava têkoşîna azadiya gelê kurd de derbas kir.

1 deqe xwendin
Ew dîplomat, siyasetmedar û kîmyager bû

Siyasetmedar, dîplomat û kîmyager Salîh Muslim ku Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê bû, ji ber nexweşiya gurçikan jiyana xwe ji dest da. 

Salîh Muslim yek ji pêşengên siyasî yên Şoreşa Rojava û siyasetmedarê Kurd bû. Salih Muslim hemû temênê xwe di nava têkoşîna azadiya kurd de derbas kir. Salîh Muslim li bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. 

Salîh Muslim kî ye?

Salih Muslim ji gundê Şêran ê Kobanê ye. Di sala 1951ê de ji dayik bûye. Ji malbateke welatparêz e. Salîh Muslim endazyarekî kîmyeyê ye. Di 1977an de ji zanîngeha Stenbolê ya teknîkî derçû û wek endazyarekî kîmyayê di salên 1980î de li Erebistana Siûdî kar kir.

Ji salên 1970î ve tev li tevgera siyasî dibe. Ji damezrînerên PYDê ye û gelek erk di nava patiyê de girtin. Di di 2010an de dibe serokê PYDê. Di 2012yan de ji bo hevserokatiya PYDê tê hilbijartin û di 2015an de jî careke din dibe hevserokê partiyê.

Piştî aloziya Sûriyê, Salih Muslim dibe cîgirê Desteya Hevrêziya Niştîmanî (Heyet El-Tensîq) beriya ku partî jê vekişe. Her wiha erkê endamtiya Nivîsgeha Siyasî ya Kombûna Niştimanî ya Demokratîk tîne.

Di 2013yan, 2014an û 2015an de erka diyalog û danûstandinê li ser navê Rêveberiya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê re werdigire.

Li ser asta Kurdistanî jî, Salih Muslim erka endametiya Desteya Kurd a Bilind digre, her wiha yek ji endamên şandeya TEV-DEMê di peymana Dihokê ya bi ENKSê û peymana Hewlêrê bû. Endamê KNKê ye û ji endamên pêkanîna diyalogê kurdî-kurdî bi navê PYDê bi ENKSê re bû.

Şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê gelek caran Salih Muslim girt. Yekemîn car di 2004an de bû ku 4 mehan di girtîgehê de ma û îşkence lê hat kirin. Di 2006an de li Helebê dîsa hat girtin û meh û nîvekê ragirtî ma.

Di 2018an de ji hêla rejîma dewleta Tirk û dewleta Çekê ve komployeke li dijî Salih Muslim li paytexta Çekê Pragê hate kirin û hewl dan wê bigirin. Piştî hefteyekê hate ragirtin, hate berdan. Ew yek jî hemwextî êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê bû.