FEDA û DAKB: Heta ku edalet pêk neyê, welatîbûna wekhev ne pêkan e
Di daxuyaniya FEDA û DAKBê de qurbaniyên Komkujiya Meletî hatin bîranîn û wiha hat gotin: “Heta ku rûbirûmayîna paşerojê çênebe, aştiya civakî pêk nayê. Heta ku heqîqet dernekeve holê, edalet pêk nayê. Heta ku edalet pêk neyê, welatîbûna wekhev ne pêkan e.”

Hat diyarkirin ku tevî ku 48 sal li ser Komkujiya Meletî re derbas bûne, edalet pêk nehatiye û faîl nehatine darizandin. Nerazîbûn nîşanî polîtîkaya bêcezatiyê hat dayîn.
Di daxuyaniya Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) de, hat ragihandin ku Komkujiya Meletî hîna bi hemû aliyên xwe ve nehatiye ronîkirin û di bîra civakî de weke birîneke kûr maye.
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Her komkujiya hatî jibîrkirin, rê li ber yên nû vedike. Her sûcê bêceza tê hiştin, zilmê mezin dike û bêedaletiyê kûr dike.”
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 17ê nîsana 1978an paketeke bi bombe ji Şaredarê Meletî Hamit Fendoglu re hat şandin û di encamê de bûka wî û neviyê wî jî pê re, jiyana xwe ji dest dan û hat diyarkirin ku piştî vê bûyerê li Meletiyê êrişên berfireh ên li dijî welatiyên elewî destpê kirin.
Hat destnîşankirin ku di êrîşan de 3 jê zarok 8 welatiyên elewî jiyana xwe ji dest dan, nêzî 100 kes birîndar bûn û hezar mal û kargeh hatin hilweşandin û şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Komkujiya Meletî ne tenê komkujî û qirkirin, di heman demê polîtîkaya sirgûnê ye.
Di daxuyaniyê de herwiha komkujiyên Koçgirî, Dersim, Mereş, Çorûm, Madimak û Gazî jî hatin bibîrxistin û ev tişt hat gotin: “Heta ku rûbirûmayîna paşerojê çênebe, aştiya civakî pêk nayê. Heta ku heqîqet dernekeve holê, edalet pêk nayê. Heta ku edalet pêk neyê, welatîbûna wekhev ne pêkan e.”


