Festîvala Hilberî Wan geş kir
Ayşe Kiye Kiliç der barê festîvala Hilberî de diyar kir ku wek 12 şaredariyên hatî ba hevdu jî armanca wan a bingehîn ew bû ku keda jinan a ku bi hezaran salan e hatiye wendakirin derînin holê û piştgiriya wan jinan bikin kuhewl didin aboriya xwe bigirin destê xwe û ji bo vê yekê kedeke mezin didin

Şaredariyên girêdayî Dem Partiyê ango şaredariyên gel di naverok û bernameyên xwe de gelek bernameyên ji bo jinan çêdikin. Yek ji van şaredariyan jî ya navçeyên girêdayî Wanê ne. Di hefteya borî de li Wanê bi pêşengiya şaredariya navçeya Rêya Armûşê bi hevkariya 12 şaredariyan festîvala bi navê ‘Hilberî Ya Keda Jinê’ hat li darxistin. Mihrîcana Hilberî di çerçoveya xurtkirina hevgirtina jinan û her wiha ji bo derxistina pêş a keda jinan bû. Jinên ku tev li mihrîcanê bûne bal kişandin ser rola jinan a di civakê de û ji bo pêkanîna mihrîcanê jî kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Di Mihrîcana Hilberî ya 3 rojan dewam kirî de, em dikarin bêjin ku bi dehan jinên kedkar û debara mala xwe dikin li meydana bajêr a Wanê hatin kom bûn û di warê komunal de jî kar û xebatên cur bi cur derketin holê
Di festîvala ku 14 jinên karsaz ên ji Rêya Armûşê jî di nav de nêzî 80 heb standên xwe vekirî de di nav 3 rojan de bi sedan kes hatin serdana standan kirin û her wiha tev li atolyeyên dramayê, wêne û hwd bûn.
Têkildarî festîvala Hilberî Ya Keda Jinan yek ji Koordînatora Gerînendeya Polîtîkayên Jinê Ayşe Kiye Kiliç ji rojname me re axivî.
‘Me xwest keda jinan zêdetir xuya bike’
Ayşe Kiye Kiliç destpêka axaftina xwe de bal kişand ser naveroka festîvalê û diyar kir ku bi hevkariyeke kollektîf a 12 şaredariyan hatine gel hev û wiha got: “Festîval ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat. Her wiha di 80ê standên hatine vekirin de ji çente, ristik, malzemeyên zarokan ên tekstîlê, çîçekên şonîl heta cureyên xwarinên herêmî, yên giyayan hatin nîşandan. Di van 3 rojên festîvalê de ji bo hem jinên li ber standên xwe hem jî yên ku serdana festîvalê dikirin û tev li kargehan dibûn, cihên lîstîkên zarokan me çêkirin de ku jin bi awayekî aktîftir bikaribe tev lê bibe. Her wiha ji bo jinên kedkar ku bikaribin amûrên xwe bibin û bînin cihê festîvalê, me piştgiriya lojîstîkê ji wan re kir. Bi vî rengî, beşdariyên girîng ji bo zêdekirina xuyabûna keda jinan, piştgirîkirina hilberîna herêmî û bihêzkirina aborî ya hilberînerên jin hatin kirin.”
Festîvala bi hevkariya jinan
Ayşe Kiye Kiliç dest nîşan kir ku wek 12 şaredariyên hatî ba hevdu jî armanca wan a bingehîn ew bû ku keda jinan a ku bi hezaran salan e hatiye wendakirin derînin holê û piştgiriya wan jinan bikin kuhewl didin aboriya xwe bigirin destê xwe û ji bo vê yekê kedeke mezin didin. Ayşey Kiye gotinên xwe wiha domand: “Me xwest jinên kedkar di vê festîvalê de werin ba hev û wê hevkariya di navbera wan de em zêdetir bikin. Wek gaveke biçûk be jî pêdiviya jinên dixebitin, debara mala xwe û zarokên xwe dikin bi kar û xebatên bi vî rengî hene. Me di vê festîvalê de ev yek bi awayekî vekirî dît jixwe. Ev nêzî du salan bû ku di kar û xebatên me yên li tax, navçe û qadê de me testpît kir ku pêdiviya jinan bi cihan heye ku amûrên xwe bifroşin, danûstandinê bikin û bikaribin debara xwe bikin.”
‘Divê ev festîval salê du caran were lidarxistin’
Ayeş Kiye Kiliç di berdewama axaftina xwe da zanîn ku hem jinên kedkar ên stand vekirî hem jî yên ku hatî serî li festîvalê dayî û danûstandin kirî, keyfxweşiya xwe bi wan re parvekirine û ev tişt anî ziman: “Jinan diyar kir ku hewcedariya wan bi xebatên bi vî rengî heye. Ev kar û xebat rê li ber hevkarî, karên kollektîf vedike û her wiha hemû jinên li Wanê yên kedkar di heman qadê de tên ba hev. Jinan her wiha daxwaza xwe diyar kir ku festîval herî kêm salê du caran were lidarxistin.”


