Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê bi coş dest pê kir
11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku bi dirûşma “Diyalog ji bo aştiyê” bi beşdariya komên şanoyê yên ji 17 welatan hatine tê lidarxistin, bi coş dest pê kir.

11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku dê heta 2yê Gulanê bi dirûşma “Diyalog ji bo aştiyê” ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, bi coş û tevlêbûneke zêde dest pê kir. Festîvala ku di bin koordînasyona Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de tê lidarxistin, bi giştî 22 lîstik dê bên pêşandan. Dema ku piraniya pêşandanên lîstikan li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên kirin, hin performans jî li qadên vekirî dê derkevin pêşberî temaşevanan. Çalakiyên ku bi gotûbêj, panel, atolye û hevdîtinên hunermendan pêk bên, dê li qadên cuda yên şanoyê, atmosfereke zindî ya çand û hunerê bide bajêr. Ji gelek welatan şanoger, stranbêj û temaşevan, hevşaredarên Navend û navçeyên Amedê, endam û nunerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de mêvanan bi cil û bergên neteweyî û rengîntir peyamên aştî û hevgirtinê dan.
‘Şano naqîre û aşkere dike, ferz nake û wedixwîne’
Seroka Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî (ITI) yê Jessica Kaahwa da zanîn ku dem ne dema vekişînê ye, dem dema wêrekiyê ye û wiha axivî: “Werin em şanoyek biafirînin ku wijdana bêxemiyê têk bibe û empatiyê ji nû ve ava bike. Em şanoyê ne tenê wek şahiyê lê wekî hêzek ji bo girêdana mirovan û ramanên civakî ji nû ve piştrast bikin. Şano yek ji wan cihên mayî ye ku li derveyê siyaset, propagandayê ye û li derveyî tirsê bi hev re hevdîtinekê pêk tîne. Ew naqîre û aşkere dike, ferz nake û wedixwîne. Divê şano bersiv bide. Şano rûyê mirovan ji bo krîzên cîhanî vedigerîne. Ew israr dike ku her çîrok girîng e. Ew rastiyên dûr tîne holê û windabûyîna mirovahiyê red dike.”
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Sera Bucak û Dogan Hatun jî axaftin kirin û xêrhatina mêvanan xwestin.
Bername bi Koma Govendê û dengbêjan bi dawî bû. Festîval dê sibê bi lîstika ‘Moraşîn’ li Çand Amedê saet 20:30an berdewam bike.


