Forûma Avê ya Mezopotamyayê didome
Forûma Avê ya Mezopotamyayê (MSF) ku ji bo parastina çavkaniyên avê yên Mezopotamyayê, misogerkirina edaleta ekolojîk û parastina mafên gel ên li ser avê tê lidarxistin, di roja duyemîn de li Navenda...

Forûma Avê ya Mezopotamyayê (MSF) ku ji bo parastina çavkaniyên avê yên Mezopotamyayê, misogerkirina edaleta ekolojîk û parastina mafên gel ên li ser avê tê lidarxistin, di roja duyemîn de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê berdewam dike. Di roja duyemîn a forûmê de bi beşdariya gelek mêvanên navneteweyî, çalakvanên jîngehê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, kargehên bi sernavên "Av, Aştî û Azadî", "Rêveberiya Avê û Rizgarkirina Hewzên Avê" û "Dîplomasiya Avê ya Gel" hatin lidarxistin.
Kargeha bi sernavê "Av, Aştî û Azadî" li ser girîngiya çandî û dîrokî ya çemên sereke yên Mezopotamyayê Dîcle û Firatê, potansiyela wan lokomotîfî ya ji bo aştiyê û edaleta ekolojîk û civakî di navbera welatên herêmê de bi çi awayî dikare bê çêkirin, hat sekinandin. Herwiha li ser nêzîkatiya jinan a li hember vê mijarê û beşdariya civakê di vê pêvajoyê de jî hat sekinandin. Kargeha ji hêla Prof. Dr. Beyza Ustun, Yasin Duman û James Bogue ve hat birêvebirin.
Kargeh bi sernavê "Rêveberiya Avê û Rizgarkirina Hewzên Avê li Mezopotamyayê" li ser sedemên krîza avê ya herêmê û çareseriyên demokratîk-ekolojîk sekinî. Resul Almastaş, Derya Akyol û Anna Bachman kargehê bi rê ve birin.
Kargeh bi sernavê "Dîplomasiya Avê ya Gel", li ser pêwîstiya tevger û hikûmetên herêmî ji bo pêşxistina çareseriyên beşdar û li ser bingeha herêmî di dîplomasiya avê de, li şûna ku xwe bispêrin peymanên dewletê yên dûrxistinê, sekinî. Kargeh ji hêla İsmaeel Dawood, Jenniver Sehring û Çilem Aydin ve hat birêvebirin.
Di kargehan de, li ser mijarên curbicur, di nav wan de mafê av û jiyanê, av û bîra çandî, aştî û ewlehî, tenduristiya civakê, guherîna avhewayê, rêveberiya avê ya ekolojîk û demokratîk, parvekirina avê ya navbera dewletan, qanûn, aktorên dîplomatîk, rolên hikûmetên herêmî û rêxistinên jîngehê di dîplomasiyê de, nêrîn hatin parvekirin. Beşdaran di çarçoveya mafê av û jiyanê de bi rêya sohbet, pêşkêşkirin û xebata komî li ser pirsgirêkên ekolojîk û çareseriyên dîplomatîk nîqaş kirin.


