Fransa: Em ê ji bo kurdan seferber bin
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot diyar kir ku ew ê ji bo kurd di têkoşîna li dijî DAIŞê de bibin hevalbendên sereke dê seferber bin.

Wezîrê Karên Devre yê Fransayê Jean-Noel Barrot helwesta xwe ya têkildarî rewşa Sûriyeyê di hevpeyvîna bi kovara Le Pointê de eşkere kir û got: “Rejîma bixwîn ya Baasê ku dehan salan dom kir têk çû. Divê rejîma li şûna wê tê avakirin hurmet nîşanî hemû mafên pêkhatiyên li Sûriyeyê bide. Taybetî jî rejîma ava dibe divê maf û nasnameya kurdên li Sûriyeyê nas bike.”
Divê kurd bibin hevalbendên leşkeri
Barrot derbarê agahiyên li ser reva DAIŞiyan belav bûne sekinî û wiha axivî: “Sedema çûyîna min a ji bo Iraq û Sûriyeyê di çarçoveya wezîfeya li dijî DAIŞê de ev bû. Ji ber ku metirsî hêj jî heye.” Em di têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞÊ de bibiryar in û dê bênavber têbikoşin. Em ê ji bo kurd di têkoşîna leşkerî de bibin hevalbendên yekemîn, seferber bin.


