Fûad Husên: Bi zêdeyî 70 mûşekan êrîşî Hewlerê kirin

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên diyar kir ku Hewlêr rastî êrîşên dijwar hatiye û bi zêdetirî 70 drone û mûşekan Hewler kirine hedef.

1 deqe xwendin
Fûad Husên: Bi zêdeyî 70 mûşekan êrîşî Hewlerê kirin

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Ziyad re axivî. Fûad Husên eşkere kir ku Hewlêr û deverên din yên Iraqê bi êrîşên dijwar re rûbirû mane û tenê Hewlêrê ji hêla zêdetirî 70 drone û mûşekan ve hatiye hedefgirtin. Li beramberî gotinên wî, Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah bin Zayed El Nehyan jî eşkere kir ku welatê wan bi nêzîkî 800 mûşek û dronan hatiye bombebarankirin.