Fuad Huseyn: Li ser namzetê hevpar nebûn yek

Wezîrê berê yê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyn diyar kir ku 19 namzetên postê Serokkomariya Iraqê hene û got: “Heta niha aliyên kurd li ser namzetekî-e diyar ê postê serokkomariyê nebûne yek.”

1 deqe xwendin
Fuad Huseyn: Li ser namzetê hevpar nebûn yek

Namzetê PDKê yê postê serokkomariya Iraqê û wezîrê berê yê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyn di daxuyaniya çapemeniyê de axivî. Fuad Huseyn diyar kir ku 19 namzetên postê Serokkomariya Iraqê hene û got: “Heta niha di nav aliyên kurd de li ser namzetek diyar yê postê serokkomariyê lihevkirin çênebûye. Hîna danustandinên di navbera aliyên peywendîdar de ji bo çareserkirina rewşê berdewamin.”