Gel bi 77 meşaleyan rojbûna Rêberê xwe pîroz kirin
Bi sedan kesên beşdarî Mihrîcana Rojên Amara bûn, bi 77 meşaleyan 4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Mihrîcana Rojên Amarayê ku bi boneya 77emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka 4ê Nîsanê ya Xalfetiyê hat lidarxistin, bi coşeke mezin bi dawî bû. Bi hezaran kes beşdarî konsera şevê bûn û li ber stranan govend gerandin.
Girseya ku beşdarî Rojên Amarayê ya bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad re Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk” bûn, piştî konserê bi meşaleyan meşeke mezin li dar xistin.
Di dawiyê de li ser navê hezaran kesan 77 kesan bi 77 meşeleyan 77emîn salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.


