Gel dê taxên xwe biparêze

Rojnameger Dilyar Cizirî diyar kir ku piştî civîna hikûmeta demkî û Îsraîlê ya li Parisê êrîş pêk hatin û got: “Di vê civînê de diyar e ku Îsraîl û hikûmeta demkî li ser girê Golanê û van taxan li hev kirine. Lê berxwedana gel dê planên wan têk bibe.”

1 deqe xwendin
Gel dê taxên xwe biparêze

Ji roja 6ê çileyê ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişeke bi çekên giran û bombebaraneke dijwar tê kirin. Di van êrişan de mizgeft, dibistan, nexweşxane, malên sivîlan û saziyên xizmetgûzariyê bi temamî hatin hedefgirtin. Şêniyên taxê û hêzên asayîşê li dijî van êrişan berxwedaniyeke mezin nîşan didin.

Bi van êrişan tê armanckirin ku li dijî şêniyên taxan ku bi sedan sal in li vir dijîn, di komkujiyê re bên derbaskirin û pêleke nû ya koçberiyê bidin destpêkirin. Tê xwestin ku demografiya bajêr û taxan bê guhertin. Ev êriş bi her awayî tê wateya valaderxistin û binpêkirina hevpeymana 1ê nîsanê. Hikûmeta Şamê ya demkî van êrişan di bin navê Artêşa Suriyê ya nû de û bi piştgiriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wan pêk tîne, ji vê cesaret werdigire.

Gel dê taxên xwe biparêze 

Rêveberiya meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku ew bêdengiya hêzên navneteweyî yên ku ji bo hevpeymana 10ê adarê û 1ê nîsanê wekî garantor û çavdêr amade bûn jî bi tûndî şermezar kirin û gotin: “Êriş û xetereya komkujiyê ya li dijî gelê me yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê heta niha jî berdewam dike. Bangawaziya ku hêzên hikûmeta demkî a Şamê ji bo gel û hêzên me yên asayîşê dike, sepandina teslîmbûnê ye, lê gelê me yê van taxan ji bo li taxên xwe bimîne û parastina taxên xwe bike, bi biryar e. Di rewşa heyî de li cihê ku çete bi pêş de hatine li dijî sivîlan komkujî tên kirin. Heman kiryar û komkujiyên ku li dijî elewî û durziyan hatine kirin, li taxên me jî tên kirin.”  

Rêveberiya meclisa taxan anî ziman ku di encamê de hêzên hikûmeta demkî tevî çeteyên xwe banga radestbûnê li taxên me dikin û dixwazin ku gel ji van taxan derkeve û got: “Dîsa teslîmbûna hêzên me yên asayîşê tê xwestin. Em wekî rêveberiya meclisên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zextên li ser gelê xwe û taxên xwe qebûl nakin. Ji ber kiryarên hikûmeta Şamê yên ji dema hatina ser desthilatê heta niha ku li dijî pêkhate û cihêrengiyên cuda yên Suriyeyê pêk anîne û bi taybet jî bombebarana bê ser û ber û komkujiyên li dijî gelê me yê ku di van çend rojên dawî de pêk anîne, baweriya me nîne ku em ewlekariya xwe û taxên xwe radestî wan bikin. Ji bo vê jî ne mimkûn e ku em di aliyê girtina ewlekariya taxên xwe de paş de gav biavêjin. Me biryar daye ku em li taxên xwe bimînin û parastina taxên xwe bikin.” 

Êriş li dijî peymanan e

Rojnameger Dilyar Cizîrî jî êrişên li ser taxan nirxand û wiha got: “Ji 6ê çileyê ve li dijî 3 taxên kurdan ên li Helebê êrişên dijwar hene. Êrişa li ser van taxan tên kirin li dijî sincê mirovahiyê ye. Bi salan rejîma Baasê tax dorpêç kir û êriş kir, lê heta niha êrişek bi vî awayî nekir. Ji hawayî û bejahiyê ve êriş dikin. Ev êriş li dijî zagon û peymanên navneteweyî ne.” 

Tirkiye serkêşiya êrişan dike 

Yê serkêşiya van êrişan û vî şerî dike dewleta tirk e. Dewleta tirk li şûna hikûmeta demkî ya HTŞê daxuyaniyê dide û rêveberiya şer dike. Ev daxuyaniyên wê nîşan didin ku Tirkiye hikûmeta demkî bi rê ve dibe. Tirkiye serê salê digot ‘Dê tifaqa 10ê adarê bi dawî bibe’. Vê nîşan dida ku Tirkiye naxwaze tifaqa 10ê adarê pêk bê. Tûgay û tabûrên ku bi salan e dewleta tirk wan xwedî û perwerde dike, şandine ser taxan. Komên Emşat, Hemzat û Nûrdîn Zengî ku berê navê wan Sultan Mûrat bû, fonên xwe û lojîstîka xwe ji dewleta tirk werdigirin. Perwerde û îstixbarata xwe ji dewleta tirk werdigirin. Balafirên bêmirov ji dewleta tirk werdigirin. Bi belgeyan hat qeydkirin ku ÎHA û SÎHA yên şîrketa Bayraktar a dewleta tirk e. Hat belgekirin ku gelek komên çete êriş dikin. Şerekî piralî li ser gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi pêş dixin. Dixwazin xeta berxwedan û çareseriya demokratîk têk bibin.” 

Êrişa piştî civîna Parîsê balkêş e

Rojnameger Dilyaz Cizîrî, destnîşan kir ku balkêş e piştî civîna li Parîsê bi Îsraîlê re pêk anîn ev êriş pêk hat û wiha dirêj kir: “Balkêş e piştî hikûmeta demkî û Îsraîl li Parîsê civîn pêk anîn êrişan dest pê kir. Diyar e ku bi vê peymanê girê Golanê ji Îsraîlê re hiştine. Heta niha hêzên navdewletî û koalîsyon li dijî vê yekê bêdeng in. Xuya ye ku bi vê peymanê li hev kirine. Xuya ye ku li ser parvekirina axa Sûriyeyê li hev kirine.” 

Berxwedana taxan mezin e 

Rojnameger Dilyar Cizîrî bal kişand ser berxwedana li taxan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî êrişan bi dehan welatî şehîd bûn û zêdetirî sed welatî birîndar bûn. Nikarin derman bibin. Dîmenên komkujiyê yên li Swêda û beravê li dijî elewî û durziyan pêk hatin, niha li van taxan dubare dibin. Êrişa li dijî van taxan, êrişa li dijî xeta çareseriyê û civaka demokratîk e. Kesên çareseriya demokratîk naxwazin van êrişan pêk tînin. Ev li dijî xeta yekîtiya gelan û xeta demokratîk, berdewama siyaseta hikûmeta demkî ye. Çawa ku êrişa DAIŞê ya li dijî Kobanê DAIŞ têk bir, dê êrişa komên çete û HTŞê ya li dijî taxên kurdan jî bibe detpêka têkçûna HTŞê û planên wan ên qirêj.”