Li Bazîdê hevdîtina jinan pêk hat
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz ku di hevdîtina jinan a li Bazîdê de axivî û diyar kir ku tenê bi nêrîn û fikra mêran aştî nabe û wiha got: “Hişmendiya mêran çiqas ji şer re amade be, hişmendiya jinan jî ewqas nêzî aştî û civakîbûnê ye.”

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, bi şîara “Di avakirina Aşitî û Civaka Demokratîk de hevdîtina jinan” li Has Bahçeya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi jinan re hat cem hev. Gelek jin tev li hevdîtinê bûn û pankartên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê hatin daliqandin.
‘Em neçar in xwe pêş bixin û xwe rêxistin bikin’
Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku wek jinên Kurd di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û bal kişand ser bandorên neyînî yên polîtîkayên pergalê yên li ser bajêr. Nejla Demir got: “Em wek jinên Kurd di pêvajoyeke pir dîrokî de derbas dibin. Bi xemgînî dibêjim ku polîtîkayên qirêj ên pergalê her roj hîn bêtir bandora xwe li bajarê me dike. Ji ber vê yekê gelek nirxên ku em pir girîngiyê didin wan dirizin û ji holê radibin. Gava em di warê aborî de dinêrin, gelek tişt winda bûne. Di warê tendurustiyê de hindirê gelek tiştan hatiye valakirin. Civak di warê perwerdeyê de jî her roj ber bi paş ve diçe. Di nav vê rizîbûn û qirêjiyê de em neçar in ku bihêz bin û li ser pêyan bisekinin. Ez bawer dikim ku ev civîn wê hêzê bide me. Em neçar in ku di her qadê û her mijarê de xwe pêş bibin û xwe rêxistin bikin. Ji bo dilxweşiyê be jî divê em werin cem hev û xwe rêxistin bikin.”
‘Tenê bi nêrîn û fikra mêran aştî nabe’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî diyar kir ku ew dixwazin guh bidin jinên xwedî fikir û baweriyên cûda û bal kişand ser girîngiya nêrîna jinê ya ji bo civakeke demokratîk. Sumeyye Boz da zanîn ku armanca wan a bi vê hevdîtinê guhdarîkirina çîrokên jinan e û got: “Bila ev civîna me ne civîneke siyasî û fermî be; armanca me ne tenê ew e ku em ji we re biaxivin û herin, armanca me hinekî jî guhdarkirina çîrokên we ye. Ji bo civakeke demokratîk ne tenê nêrîna mêr, nêrîn û ramanên jinê jî girîng in. Pergal mirov û jinan di qadên girtî de dihêle û wan bê diyalog dihêle, ev yek me ji jiyanê qut dike. Heta ku li hemberî rûdaneke di civakê de bi hestiyarî û nêzîkatiya civakî neyê nêzîkbûn, jiyan nayê avakirin. Tenê bi nêrîn û fikra mêran aştî nabe. Hişmendiya mêran çiqas ji şer re amade be, hişmendiya jinan jî ewqas nêzî aştî û civakîbûnê ye.”
‘Dem dema nêzîkbûnê ye’
Sumeyye Boz diyar kir ku hewcedarî bi nêrîna jinê ya bêhempa û avaker heye û wiha bi dawî kir: “Di vê mijarê de divê guh bidin her kesî û ramanên wan werin girtin. Divê her jin ji bo aşitiyê hewl bide û berî her tiştî divê em aşitiyê di navbera xwe de çareser bikin. Pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêka jinê ye û di bingeha tiştên wekî fuhûş û tiryakê yên ku civakê yoz dikin de, fêmkirina polîtîk a pergalê heye. Divê em hemû dest bidin destê hev û ciwanên xwe û gelê xwe ji van tiştên xerab rizgar bikin û ji hembêza pergalê derxin. Niha ne dema dûrbûnê ye, dema nêzîkbûnê ye.”
Hevdîtin, piştî nirxandinên jinan û stranên ku hatin gotin bi dawî bû.


