Gel ji bo av, ax û pergala xwe bûye mertal

10 sal in Kobanê bi sembola berxwedana li dijî DAIŞê tê zanîn û nasîn. DAIŞê di 2014an de li Iraq û Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Di çileya 2014an de Reqa û di Hezîrana 2014an de Mûsilê girt.

1 deqe xwendin
Gel ji bo av, ax û pergala xwe bûye mertal

10 sal in Kobanê bi sembola berxwedana li dijî DAIŞê tê zanîn û nasîn. DAIŞê di 2014an de li Iraq û Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Di çileya 2014an de Reqa û di Hezîrana 2014an de Mûsilê girt. DAIŞê piştre Kobanê kir hedef. Êrişên DAIŞê yên di 14-15ê îlona 2014an de li hemberî Kobanê hatin destpêkirin, 134 rojan dewam kirin. DAIŞ li vir rastî berxwedaneke mezin hat û taliyê têk çû. Bi hezaran ciwanên kurd û enternasyonalîst beşdarî pêngava rizgarkirina Kobanê bûn. Gelek ji wan di berxwedana dîrokî de jiyana xwe ji dest dan. Berxwedana dîrokî di 26ê çileya 2015an de bi serketinê bi dawî bû. Kobanê di wê rojê de bi temamî hat rizgarkirin. 10 sal derbas bûn lê êrişên hewayî yên Tirkiyeyê li vir bi dawî nebûne. Hevseroka Desteya Rêveber a Ekolojiyê Almaz Romî têkildarî 10emîn salvegera rizgarkirina Kobanê pirsên me bersivand.

Beriya ku DAIŞ êrişî Kobanê bike rewşa Kobanê çibû?

Di 26ê çileya 2015an Kobanê ji destê DAIŞê rizgar bû. Em di serî de rizgarkirina Kobanê li hemû şehîdan, malbat û zarokên şehîdan pîroz dikim. Em li hemû şervanên YPG, YPJ û HSDê pîroz dikin. Di 2014an de berî çeteyên DAIŞê êrîşî kantona Kobanê bike, Kobanê bi milletê xwe yê kurd, rêveberiya xweser tê nasîn. Bajarekî biçûk bû. Beriya Şoreşa 19ê Tîrmehê Rejîma Baasê lê serwer bû. Di serdema Rejîma Baasê de gelê kurd li Kobanê di zor û zahmetiyên gelek mezin re derbas bû. Tu mafê kurdan nehatibû dayîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî zordestî hebû. Lê bi taybetî li Kobanê zordestî zêdetir bû. Dema rejîma Baas ji Kobanê hat derxistin, gelê Kobanê û ciwanên Kobanê bi berxwedaneke herî fedaî têkoşiya. Ji bo xwe bi xwe bi rêve bibe, rêveberiya xwe îlan bikin. Cirûska şoreşa 19ê Tîrmehê ku li Kobanê pê ket, li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn. Jin, ciwan û gelê Kobanê bi berxwedana xwe ya feadî, di demek kurt de rêveberiyên xwe îlan kirin û xwe bi xwe bi rêve bir. Di milê saziyan, milê leşkerî û milê rêveberiyê de bingeha xwe ava kirin. Di milê civakî û perwerdehiyê depergala xwe ava kirin. Hemû sazî û dezgehên xwe ava kirin. Gel pergala ku li ser wan hatibû ferzkirin red kir û pergala xwe ava kir. Ji bo saziyên ziman, çand û perwerdehiyê ava bike, ket nava liv û tevgerê. Me dît ku dewleta tirk, rejîmê û çeteyên DAIŞê ev pergala Rêveberiya Demokratîk qebûl nekir û Kobonê xist dorpêçê. Ev pergala li vir hat avakirin, pergalek bi edalet, demokratîk, wekhev bû. Azadiya jinê têde mîsoger bûbû. Ji ber vê yekê gel lê xwedî derket. Lê Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞê ev pergal qebûl nekir û êrîş kir. Piştî îlankirina Rêveberiya Xweser êrîş zêde bûn. Ji bo pergala Rêveberiya Xweser a Kobanê vala derxin dest bi êrîşan kirin.

10 sal berê dema DAIŞê êrîşî Kobanê kir, li pişt DAIŞê kî hebû û çima êrîşî Kobanê kirin?

Dema çeteyên DAIŞê êrîşî Kobanê kir, hevkarên wê hebûn. Wekî Dewleta Tirk hevkarên ku piştgiriya wan dikir hebûn. Ji ber çirûska Şoreşa 19ê Tîrmehê ji Kobanê dest pê kir û belav bû êrîş kirin. Rêveberiya Xweser ji Kobanê ve dest pê kir. Xwestin li Kobanê vîna gelê kurd bişkînin. Dixwazin kurd bêdeng bin û bi vîna xwe tev negerin. Dema êrîş kirin gotin ‘Dê di çend mehan de Kobanî bikeve.’ Me dît ku êrîşî Mûsilê kirin û dagir kirin. Êrîşî bajarên Iraqê û Sûriyê kirin. Reqqa, Dêrazor û Şedatê û Minbic di demek pir kin de dagir kirin. Lê bajarekî wekî Kobanê biçûk, 134 rojan li dijî DAIŞê li ber xwe da. Şervanên YPJû YPGê bi keleşên xwe li dijî çekên giran ên DAIŞê şer kirin û Kobanê parastin. Gelek şehîd hatin dayîn. Ciwanên kurd, xwe li dijî tang û topên DAIŞê û Dewleta Tirk de kirin mertalên zindî û Kobanê parastin. Ciwanên ji çar aliyê Kurdistanê derbasî Kobanê bûn, bi taybetî ciwanên Bakurê Kurdistanê ku derbasî Kobanê bûn û li dijî DAIŞê şer kirin, bû bersîva herî mezin a li dijî DAIŞê. Dewleta Tirk bi saetan û deqeyan li benda ketina Kobanê bû. Lê ew deqe û saet bû roj û heyv û Kobanê neket. Berxwedana ku jin û ciwanên kurd li Kobanê nîşan dan, hişt ku Kobanê nekeve. DAIŞ ji bo hemû cîhanê xeteriya herî