Gel ji bo YPJê meşiya

Kongreya Star, li bajarê Til Temirê ji bo piştgiriya YPJê meşeke girseyî li dar xist. Di çalakiyê de xwestin YPJ di nava avaniya leşkerî ya li Sûriyeyê de bê naskirin.

1 deqe xwendin
Gel ji bo YPJê meşiya

Kongra Star ji bo piştgiriya YPJê li bajarê Til Temirê mîtîngek lidar xist. Bi sedan kes ji şêniyên Til Temir û Zirganê beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan li Til Temirê pêk hat. Beşdaran wêneyên şervanên YPJ'ê û bi nivîsîn piştgiriya YPJê, hilgirtin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre hevseroka Rêveberiya Dibistanan li Til Temirê Ayhan Yûnis axivî û rola ku YPJ'ê parastina herêmê de nirxand. Ayhan her wiha diyar kir ku divê YPJ'ê weke hêzek leşkerî ya rêxistinkirî di nav her pergaleke leşkerî ya siberojê de were naskirin, ji ber ku şervanên di şerê li dijî terorîzmê û parastina herêmê de xwe isbat kirin.

Endama Komîteya Dadweriya Civakî ya bajarê Zirganê, Şêxa Hamir diyr kir ku "gelê Zirganê li kêleka YPJê ye û da piştgiriya têkoşîna wan a berdewam ji bo azadî û rûmetê dike. "

Mîtîng bi qîrkirina durûşmên piştgiriya YPJ'ê bi dawî bû.