Jinên Firatê di forumê de pirsgirêkên Sûriyê niqaş kirin

Kongra Star li Kobanê Foruma Jinên Firatê li dar xist. Bi sedan jinên çalakvan û nûnerên saziyên sivîl, civakî, xizmetguzarî û dadwerî yên herêmê beşdarî forûmê bûn û pirsgirêkên Sûriyeyê niqaş kirin.

1 deqe xwendin
Jinên Firatê di forumê de pirsgirêkên Sûriyê niqaş kirin

Foruma Jinên Firatê, ku ji hêla Kongra Star ve tê lidarxistin, îro li Kobanê bi dirûşmeya "Bi Îradeya Jinên Azad, Em Sûryeyek Demokratîk Ava Bikin" dest pê kir. Forum li bajarokê Şêranê, li gundewarê rojhilatê bajêr e, pêk hat û hejmareke mezin jinên herêma Kobaniyê, û nûnerên saziyên sivîl, civakî, dadwerî û xizmetguzarî beşdar bûn. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed jî beşdarî forûmê bû. Kongra Star bi armanca ku rola jinan li herêmê û li seranserê Sûriyeyê binirxîne û li ser pirsgirêkên ku ew di warên cûrbecûr ên siyasî, civakî û qanûnî de pê re rû bi rû dimînin gotûbêj bike forum amade kir. 

Endama Kordînasyona Kongra Star Peyman Elûş diyar kir ku jinan di salên dawî de di asta siyasî, civakî û mirovî de roleke girîng lîstine. Peyman da zanîn ku divê têkoşîna ji bo bidestxistina civakeke demokratîk ku azadî, wekhevî berdewam be.