Gelê kurd gihiştiye hişmendiya neteweyî

Hêza gelê kurd a herî mezin ew e ku gihiştiye hişmendiya neteweyî û ligel hemû rêbazên îmha û înkarê yên sedsala 20emîn jî li ser axa xwe demografiya xwe parast û mezintir bû.

1 deqe xwendin
Gelê kurd gihiştiye hişmendiya neteweyî

Çeteyên HTŞê û yên girêdayî Tirkiyeyê hefteya borî êrişî du taxên kurdan ên Helebê kirin û li dijî sivîlên sivîlkomkujî pêk anîn. Em sivîl dibêjin ji ber ku di encama Peymana 1ê Nîsana 2025an de hêzên leşkerî yên HSD û çekên giran ji vir hatibûn kişandin. Hêzên asayişê hatibûn hiştin û li ser peymanê jî tenê çekên ferdî hebûn. 

Ji ber ku di hemû dewletên federal de hêzên asayişê tenê dikarin xwediyên çekên ferdî bin. Ji bo vê yekê Peymana 1ê Nîsanê ji bo çareseriya Sûriyeyê gelek girîng bû. Herî zêde jî ji bo çeteyên HTŞê û serçete Colanî modela xilasiyê bû. 

Lê Colanî bi êrişên li ser her du taxên kurdan nîşan da ku nikare bibe îrade û Sûriyeyê bi rê ve bibe. Ew ji piyonek pêlîstokê yê Tirkiyeyê pêvetir nikare tu tiştan bike. Berî çeteyên HTŞ û Tirkiyeyê êrişî taxên kurdan bikin diviya bi navbeynkariya hêzên navneteweyî Peyemana 10ê Adarê bihata îmzekirin. 

Wekî rayedarên Rêveberiya Xweser jî aşkera kirin di deqeya dawiyê de qaşo Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî Şaybanî bi tirkan re diaxive û seatek piştre îmzakirina peymanê tê taloqkirin. Xuya ye ku Tirkiye mûdahaleyî vê peymanê kir. 

Bes hêza mûdahale kir ne tenê Tirkiye ye. Qatar û Îngilistanê raste rast israr kirin, Siûdî Erebistan û DYA jî bi bêdengmayînê erêkirin. Ji bo wê êrişên li Helebê di çarçoveya konsepteke navneteweyî de pêk hat. Artêş û îstîxbarata tirk raste rast bi hemû derfetên xwe êriş û komkujî rêvebirin. 

Di encama van êrişan de komkujî li hemberî hêzên asayîşa hundirîn û sivîlan hat. Zêdeyî deh hezaran çete, îstîxbarat û artêşa tirk, îstîxbarata Qatar û Îngilistanê êriş û komkujî organîze kirin. Li hemberî vê hevpeymana şer tenê li derdora 300 endamên asayişê bi çekên ferdî hefteyek li berxweda. 

Lê vê rewşê encamek gelek girîng derxist holê. Encama yekemîn bi zelalî danî holê ku Colanî piyonek di destê Îngilistan û Tirkiyeyê de ye. Ne mimkûn e ku bibe îrade û xwediyên wî çi bêjiin dê wisa bike. Ji bo wê êdî tu wateya îmze û soza wî nîn e. Ji niha pêve çi bê îmzekirin dê bi xwediyên wî re bê kirin. 

Herwiha derket holê ku êdî divê li ser soza Colanî, xwediyên wî û aktorên navneteweyî gavên leşkerî yên bêmisogerî neyên avêtin. Heta peymana dawiyê ango di makezagonê de neyê misogerkirin ne mimkûn e ku gavên bi niyeta baş bên avêtin. 

Ligel van xalan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk raste rast bi Rojava ve girêda ye. Erdogan pêvajoyê ji bo îktîdara xwe bikar tîne. Ji bilî wê niyeta wî ya çareseriyê tune ye. Lê ji ber ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan siyasetek nû dimeşîne Erdogan nikare bigihe daxwazên xwe. 

Di denklema Ocalan raçandî de Erdogan ne dikare desthilatdariya xwe li ser piyan bigire, ne dixwaze gavên pêxist bavêje. Ji bo vê yekê mehtil maye û nizane dê çi bike. Li aliyekê qebûl dike ku HSD wekî sê tûgayan tev li artêşa nû ya Sûriyeyê bibe û li aliyê din bi êrişên wekî Helebê berovajî vê biryarê tevdigere. 

Niha jî pêşketinên li Îran û Rojhilat derketine holê. Piştî serhildana Jin Jiyan Azadî ev pêla duyemîn a serhildanê ye. Her pêl ji ya din xutir derbas dibe. Dibe cardin ji bo demekê ev serhildan sar bibe lê dosyaya Îranê vebûye û heta dîktatorê têk neçe ranaweste. 

Tirkiye niha jî ketiye taya pêşketinên li Rojhilat. Ji ber ku nifûsa gelê kurd li Rojhilata Navîn gihiştiye 60 milyonan. Piştî ereban gelê herî zêde yê vê erdnîgariyê ye. Wekî sed sal berî niha ji hişmendiya neteweyî jî bêpar nîn e. Di saya serê PKKê de gihişte hişmendiya neteweyî. 

Hêza gelê kurd a herî mezin ew e ku gihiştiye hişmendiya neteweyî û ligel hemû rêbazên îmha û înkarê yên sedsala 20emîn jî li ser axa xwe demografiya xwe parast û mezintir bû. Êdî tu kes nikare vê hişmendiya neteweyî û vê demografiya li Kurdistanê serdest wekî kole bigire. 

Dagirker jî viya dizanin û ji bo wê hewil didin bi dek û dolaban emrê xwe dirêj bikin. Lê divê bê zanîn ku êdî kurd dek û dolaban jî di cî de vala derdixin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hemleya vala derxistina van dek û dolaban e. Dibe niha bi germî çarçoveya wê baş neyê zanîn lê sibê du sibê baştir bê dîtin û jiyîn. 

Divê gelê kurd bi awayeke bi xwe bawer têkoşîn û berxwedanê li çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê bilind bike. Tekane tiştê niha pêwistiya me pê heyî ev e.