Gelê Metîna yê Kobanê ji bo parastinê çek hilgirtin
Li gundê Metîna yê Rojhilatê Kobanê ciwanan bi gundiyan re ji bo parastina gundê xwe li dijî êrîşên dewlata Tirkiyeyê û çeteyên girêdayê Şamê çek hilgirtin.

Êrîşên dewleta dagirker a tirk û çeteyên girêdayî Şamêyên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber berdewam dikin. Komên çete yên ku ji hêla dewleta tirk ve têne piştgirîkirin û bi hikûmeta demkî ya Şamê ve girêdayî ne, êrîş û hewldanên xwe yên dorpêçkirina bajarê Kobanê yê kantona Firatê zêde kirine.
Li gorî agahiyan, di navbera komên çete yên ji hêla dewleta tirk ve têne piştgirîkirin û şervanên QSD û YPJê de di navbera bajarê Eyn Îsa û gundê Ebû Sira yê ku beşek ji Kobanê ye, şerên dijwar diqewimin. Hat ragihandin ku şerên li herêmê dem bi dem dijwar dibin.
Li hember gefa êrîşê, ciwan û gundiyên gundê Metîna yê ku li rojhilatê Kobanê ye, dest bi amadekariyên parastinê kirine. Gelê Metîna ji bo parastina gund û cihên jiyanê çek hilgirtin.

