Gelê Serhedê ji bo Rojava daket qadan

Welatiyên Serhedê bertek nîşanî êrişên HTŞê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin ew bi gelê Rojava re ne.

1 deqe xwendin
Gelê Serhedê ji bo Rojava daket qadan

Bertekên li dijî êrişên Heyet Tehrîr el Şamê (HTŞ) û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Welatiyên bajarên Wan, Mûş û Bedlîsê êriş şermezar kirin û gotin ew bi Rojava re ne.