Li Wanê gelek xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin

Duh bi şev li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê zarokek 15 salî mirî hatibû dîtin. Li ser vê yekê lêpirsîn hatibû destpêkirin û hatibû ragihandin ku zarok hatiye kuştin.

1 deqe xwendin
Li Wanê gelek xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin

Duh bi şev li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê zarokek 15 salî mirî hatibû dîtin. Li ser vê yekê lêpirsîn hatibû destpêkirin û hatibû ragihandin ku zarok hatiye kuştin. Piştî vê yekê xwendekarên zanîngehê îro xwestin çalakiyekê li dar bixin û ji ber neewlebûna zanîngehê bertekên xwe bînin ziman. Xwendekarên ku li pêşiya Fakulteya Beytariyê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan êrişê xwendekaran kir û bi îşkenceyê zêdetirî 10 xwendekaran binçavan kirin. Gelek xwendekarên ku bertek nîşanî binçavkirinan didan jî hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku polîsan di otobusên binçavkirinê de jî zext û îşkence li xwendekaran kirin e.

Herwiha rojnamegerên li wir jî hatine astengkirin û polîsan li rojnameger Kadîr Cesûr daye.