Gelo çîroka kurmancî ya modern a yekemîn kîjan e?

Spot: Çawa ku romana kurdiya kurmancî ya yekemîn, ji hêla Qafqasê, ji nav kurdên Ermenistanê derket, her wisa jî hîkayeyên modern ên bi şêwaza ewropî jî ji nav kurdên Ermenistanê derketiye.

1 deqe xwendin
Gelo çîroka kurmancî ya modern a yekemîn kîjan e?

Yekemînbûna di qadên cuda de, bo neteweyên bindest gelek girîng dixuyê. Ji ber ku wêje roleke girîng di modernîzebûna civakê û afirandina zimanekî neteweyî de dilîze, gelên bindest dixwazin vê mijarê derxin pêş. Li ser vê yekemînbûnê gelek gengeşî têne kirin. Têgiha “modern” ji “moderne” a zimanê fransizî hatiye, bi wateya nûjen e. Dema em dibêjin çîroka modern bi vê wateyê ya nûjen e. Di geşedana civakê de wêje, ji bo modernîzebûna civakê û ji bo afirandina zimanekî neteweyî roleke bêhempa dilîze. 

Wek mînak, dema em bi pey pirsa “Gelo çîroka kurmancî ya modern a yekemîn kîjan e?’’ bikevin, em ê bibînin ku hewldanên cuda cuda di vî warî de hene. Di “Antolojiya Çîrokên kurdî” de, ku ji aliyê Weşanên Nûdemê ve, bi amadekirina Firat Cewerî, 2003, hatiye weşandin, “Çîroka Mem û Zînê”, ya Mele Mehmûdê Bazîdî ye ku di 1856an de hatiye çapkirin, wek çîroka kurdî ya yekemîn tê qebûl kirin. Li ser vê mijarê wiha nivîsiye: “Gava mirov dîroka hunera çîrokê li ber çavan digire û çîroka vê antolojiyê ya pêşî digihîne sala 1856an, rehetî û aramiyek bi mirov re çêdibe.” (Antolojî, 2003:37) Di çapa duyemîn a vê antolojiyê de amadekar Firat Cewerî bo çîroka pêşî ya vê antolojîyê fikra xwe diguherîne û wiha dinivîse: “Gava mirov dîroka hunera çîrokê li ber çavan digire û çîroka vê antolojîyê ya pêşî digihîne sala 1913an, rehetî û aramiyek bi mirov re çêdibe.” (Antolojî, 2018:30)

Mînakeke balkêş a din jî bo çîroka modern a kurdî ya yekemîn “NÛBAR”a Wezîrê Nadirî ye. Ev pirtûk ji heft çîrok û heşt helbestên nivîskar pêk hatiye. Em ê wek Koma Xwendinê ya Amedê vê pirtûkê di 17ê nîsanê de li ser zoomê binirxînin. Dema me ev pirtûk xwend, em di pêşgotina Mehmed Emîn Hêvîdarê de ku berhem ji tîpên kirîlî latînîze kiriye, rastî vê mijara “Çîroka modern a kurdiya kurmancî ya yekemîn” hatin. Paragrafa li ser vê mijarê wiha ye: 

“Ji bo edebiyata kurdî, bi taybetî jî ji bo kurdiya kurmancî, aliyê Wezîr ê herî balkêş, hîkayenûsiya wî ye. Li ser vê babetê ez dixwazim çend gotinan bikim. Romana kurmancî, di sala 1935an de bi navê Şivanê Kurmanca li Yêrîvanê derket. Di wan salan de, li başûrê Kurdistanê di sala 1925an de bi kurdiya soranî berhema bi navê Le Xewma ya Cemîl Saîb derket. Ev berhem hinekî stûr e, ji ber wê yekê meriv nikare bibêje ku ew (story) e. Encax meriv dikare Le Xewmayê wek romana kurt (novelette) bi nav bike. Ji hîkayeyê bêhtir, nêzî romanê ye; çimkî hem stûr e, ango ji hîkayeyan dirêjtir e û ji aliyên din ve hûnandin û vegotina wê, wê dike nêzîkê şiklê romanê. Çimkî hinek taybetmendiyên romana kurt, ango novelê hene. Di vî warî de, komeleya Science Fiction and fantasy Writers of Amerikayê, dibêje ku li gorî me, novel, di navbera 17.500-40.000 kelîmeyî di xwe de dihewîne. Ji ber van xusûsiyetan meriv nikare bibêje ku Le Xewma ne hîkaye ye û ne jî roman e. Di navbera van her du cureyên edebî de dikeve nav novelê. Li aliyê din, di sala 1913an de, li Stenbolê di kovara Rojî Kurd de Fûad Temo bi navê “Çîrok” hîkayeyek dinivîse. Jê re çîroka Şewêş jî tê gotin. Hinek kes dibêjin hîkayeya Fûad Temo di kurdiya kurmancî de, di hemû zaravayên kurdî de çîroka yekemîn e. Lê li gorî qenaeta min ev yekemînbûna wê ne rast e; çimkî, dema ku meriv wê dixwîne meriv dibîne ku ji hîkayeyê bêhtir dişibe xewrojkan (çîrok, tale). Ji aliyekî din de ku ev gelek muhîm e, çîroka F. Temo nîvco ye. Çimkî Fûad Temo bi xwe jî dibêje dawiya çîrokê heye. Lê belê, dawiya çîrokê, ango beşa wê ya din, ne di hejmara Rojî Kurd a duyemîn de, ne jî di hejmara sêyemîn de derdikeve. Jixwe bi giştî, Rojî Kurd çar hejmaran derdikeve. Ji ber ku hal ev e, meriv nikare bibêje ku hîkayeyeke ku dişibe xewrojkan (dibe ku bi eslê xwe ew xewrojk be jî) û nîvco be, yanî dawiya wê tune be, jê re bibêje hîkayeya kurdî ya yekemîn. Di dû van îzahan de, em werin ser hîkayeyên Wezîrê Nadirî. Di vê kitêbê de bi giştî 7 hîkaye hene. Dema ku meriv li hûnandina hîkayeyan dinihêre, li vegotin û têkiliyên lehengan dinihêre; meriv bi awayekî zelal û aşkere dibîne ku hîkayeyên W. Nadirî, hîkayeyên modern ên di asta ewropî de ne. Ji ber ku heta salên çapkirina vê kitêba bi navê Nûbarê, hîkayeyên modern nehatine nivîsandin, û ji ber îzahatên li jorê, loma ez dibêjim li gorî qenaeta min, hîkayeyên Wezîrê Nadirî; Hîkayeyên Modern ên kurdiya kurmancî yên yekemîn in. Çawa ku romana kurdiya kurmancî ya yekemîn, ji hêla Qafqasê, ji nav kurdên Ermenistanê derket, her wisa jî hîkayeyên modern ên bi şêwaza ewropî jî ji nav kurdên Ermenistanê derketiye.” (Nadirî, 2016:15-16)

Em di van mînakan da dibînin ku fikra amadekarê Antolojiya Çîrokên Kurdî di navbera çapa yekemîn û duyemîn de (wek Bazidî û Temo) guheriye. Di mînaka dawîn de jî ji çîroka F. Temoyî ber bi çîrokên W. Nadirî ve (ji xwe W. Nadirî di antolojiya çîrokên kurdî de cih jî negirtiye) guhertinek din çêdibe.

Wek encam em dikarin bibêjin ku heta saziyên wêje û zimanê kurdî yên xwedî statûyek fermî û xurt tune bin, her nivîskarek kurd ku bi van karan re serê xwe diêşîne, bi vê navlêkirina “yekemîn”ê an ji bo çêbûna rehetkirin û aramkirinê an jî ji bo girîngîpêdana bi xebata wî/wê dê her di rojevê da bimîne.

Çavkanî: Antolojiya çîrokên kurdî (1856-20003) I, Amadekar: Firat Cewerî, Weşanên NÛDEMê Stenbol 2003//çapa duyem, Weşanên Avesta Stenbol 2018

Nadirî, Wezîrê. NÛBAR-YEKEMÎN HÎKAYEYÊN KURMANCÎ YÊN MODERN, Weşanxaneya Nûbiharê, Stenbol 2016