Girseya li Montrealê kom bû, piştgirî da Rojava
Kurdistaniyên ku li Montrealê kom bû, ji bo piştgiriyê bide gelê Rojava meşiyan û xwest gelê kurd li ser axa xwe azadî û ewle bijî.

Kurdistaniyên li Ewropayê li dijî êrîşên li ser Rojava her roj çalakiyan pêk tînin. Kurdistanîyên li bajarê Montreal ê Kanadayê dijîn li dijî êrîşan bi girseyî meşiyan. Çalakiya ku li navenda bajêr pêk hat, bi beşdariya zêde ya jin, ciwan û malbatan veguherî hevdîtineke mezin a piştgiriyê. Di meşê de girseya ku qad dagirtibû, dirûşmên “Şehîd namirin”, “Kurdistan wê bibe goristana barbaran”, “Kurdistan yek e”, “Kî ne em, Kurd in em”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin Jiyan Azadî” û “Free Kurdistan” berz kirin.
Pêşengiya jinan û beşdariya bi coş a zarokan bal kişand; girseyê her tim peyamên piştgiriyê dan berxwedana Rojava û têkoşîna YPG û YPJê silav kirin. Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku êrişên li ser Rojava tenê bi polîtîkayên Tirkiyeyê sînordar nîn in; hate gotin ku bêdengiya DYA, NY û dewletên Ewropayê van êrişan hîn kûrtir dike. Beşdaran diyar kir ku divê civaka navneteweyî berpirsiyariyê bigire ser xwe.
Girseyê xwest HTŞ teqez bê rawestandin û gelê kurd li ser axa xwe azad û ewle bijî. Meş bi sirûdên Rojava û dirûşmên piştgiriyê bi dawî bû.


