Girtiya nexweş Besra Erol hat berdan

Girtiya nexweş Besra Erol ku berdana wê hatibû taloqkirin, ji Girtîgeha Xarpêtê derket.

1 deqe xwendin
Girtiya nexweş Besra Erol hat berdan

Besra Erol a 66 salî ku di 30yê nîsana 2019an de ji ber axaftina li ser gora kurê xwe Evrîm Denîz ê di 20ê tîrmeha 2015an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrişa DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabû, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û 7 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birin. Girtiya nexweş Besra Erol ku di Girtîgeha Xarpêtê de hat girtin, diviyabû di 9ê kanûna 2024an de bihata berdan, lê bi hinceta "cezayê dîsîplînê" ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve berdana wê salekê hatibû taloqkirin. 

Piştî îtiraza li biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê, biryar mehek şûnde hat betalkirin. Lê Lijneyê bi biryarên nû re, berdana Besra Erol 6 mehên din taloq kir. Piştî 6 mehan, lijneyê dîsa 6 mehên din berdana wê taloq kir. 

Besra Erol, îro careke din çû lijneyê û hat berdan. Besra Erol li ber girtîgehê ji aliyê xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin û ber bajarê xwe Mûşê ve bi rê ket.