Girtiyê kurd li Girtîgeha Tehranê di greva birçîbûnê de ye

Girtiyek siyasî yê kurd Fûad Fetih ku li Girtîgeha Evîn a li Tahranê dimîne ev 10 roj in li dijî êşkenceyê di greva birçîbûnê de ye.

1 deqe xwendin
Girtiyê kurd li Girtîgeha Tehranê di greva birçîbûnê de ye

Rejîma Îranê zordariyên li ser gel û bi taybetî girtiyên desteserkirîn zêde dike. Li gorî Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê di 14ê sibatê de girtiyê siyasî yê Kurd Fuad Fetih li girtîgeha Evîn a li Tahranê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hate ragihandin ku Fetih li dijî îşkenceyê dest bi greva birçûbûnê kiriye. Ji ber rewşa girtîgehê û zordariyan rewşa tenduristiyê ya Fetih hindî diçe giran dibe.

Malbata Fetih xwestin ku kurê wan demildest bê berdan û banga hîstiyariyê li raya giştî kirin.