Gotarek li ser hevdîtinên komisyonê ya bi Rêber APO re
Dîsa careke din, di şoreşa gelê me de û bitaybetî li Rojava kes û dewletên bi dev dost, bi dil post û sixtekar derketin holê. Îca divê Tevgêra Azadiyê ji van têkilî, hevalbendî û dostayiyên sixte, karibe hîn xurtir û zûtir dersa derxe.

Piştî 2 mehan, li ser hevdîtina şandeya komisyona pêvajoya çareseriyê ya ku di 24 Mijdar 2025 de çûbû Imraliyê, li gel Rêber Apo rûnişt û axivîbû, agahdarî hat dayîn.
Şande ji sê kesan pêk dihat; ji MHPê Feti Yildiz, ji AKPê Huseyin Yayman û ji DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit.
Kurtenaveroka rapora wan a ku ji 16 rûpelan pêkdihat, li meclisê, di 4ê Kanûna 2025 de hat xwendin.
Ev rapor, nuha bi navê Girteka Hevdîtina Li Girtigeha Bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, di malpera Parlementoyê de hatiye tomarkirin-bicihkirin.
Di serî de DEM Partî, ji aliyê hemû partiyan ve hat rexnekirin, ji bo ku çima rapor bi tevayî nehat xwendin, bi tinê kurteya wê hat xwendin.
Ji gelek alî ve axaftin li ser vê bûyerê û vê raporê hene; him erênî him neyînî.
Hema ji rêzê ve were gotin; damezrandina vê şandê dereng pêkhat û dereng çûn ba Rêber Apo, bi tinê 3 partiyên endamên komisyonî nûnerên xwe tevli şandeyê kirin, partiyên din nûnerên xwe beşdarî şandeyê nekirin. Li dijî vê hevdîtinê jî derketin. Di encamê de ji bo raya giştî jî ragihandin dereng pêkhat û her wiha naveroka agahdariyê jî lawaz hat dîtin û rexne zêdetir lê hat kirin û hwd.
Bêgûman li gel rexneyên neyînî rexneyên erênî jî gelek bûn.
Li gel ewqas rexneyên erênî û neyînî hema di serî de, bi giştî avabûna komisyonek wisa di asta saziya herî bilind a dewletê de bûyerek giring û watedar bû.
Jixwe li ser doza gelê Kurdistanê, ji bo çareseriyê cara yekê ye ku komisyonek wisa tê damezrandin.
Li gel vêya, ev daxwaza avakirina komisyoneke wisa ji aliyê Rêber Apo ve hatibû kirin û bêgûman çûna ba wî jî wateya vê şandeyê û vê bûyerê zêdetir dike.
Li aliyê din, li ser çarçova raporê û cewherê raporê bandora dîtîn û paradigmaya Rêber Apo pirtir tê xuyakirin. Dîtinên her du partiyên din jî, lawaz in lê bi giştî ne neyînî ne.
Bi giranî dîtin û nerînên Rêber Apo yên li ser dîroka têkilî û hevkariyên erênî, yên navbera gelê kurd û gelê tirk derdikevin pêş.
Hema li pey dîrokê, behsa peywendî û hevalbendiyên giring ên li gel kurdan ên dema despêka damezrandina dewleta Tirkiyê û rêberên wê ye. Piştî vê qonaxa ku dewlet bi navê cumhuriyetê tê avakirin, lê ji ber ku demokrasî têde nîne, di serî de gelê kurd, hemû gelên Kurdistanê tirkmen, asûrî, suryanî, ermenî, ereb û hwd. ji mafên nasnameya netewî bêpar dimînîn, gelek bawerî jî, di serî de êzdî û elewî ji mafên oli û mezhebî mehrûm dibin û heta îro jî, ev nerazîbûn û bişavtin bi zêdebûn dewam dike.
Lê belê di serî de Rêber Apo, hema hema dîtinên hemû partiyan ew e ku, zimanê neyînî were rawestandin, gav bi gav ji zihniyeta nefret û hevdunepejirandinê were dûrketin, bi giranî li ser zihniyeta demokrat û zimanê bihevre jiyana wekhev, aram û aştî pêvajo were birêveberin.
Her çendîn, di demên bihûrî de, bûyerên neyînî zêde pêkhatibûn, piştî ewqas salên di nava şer de civak bi ziman û kiryarên xerab hatibe jahrîkirin, jiyanek nexweş derketibe holê jî, despêka vê pêvajoya ku 27 Sibatê bi banga Rêber Apo re hat despêkirin, gelek hêvî û bawêrî da raya giştî, herî kêm ev bû salek e ti bûyerên şehadetê pêknehat û hwd.
Erê, dîsa bawerî bi giranî nehatiye şikandin, hêvî nehatiye qutkirin, lê belê van êrîşên qirker û talanker ên di van rojên dawî de, baweriya bi gotinan gelek lawaz dike.
Her wiha xemsarî û sistaya tevgêra komisyonê, dirêjkirina dema pêvajoyê, leznedana ji bo çêkirin û sererastkirina zagon û yasayên bingehîn li parlemenê, êdî hinekî dişibe helwestên rêberên AKP û MHPê yên dema pêvajoya yekê.
Weke ku ew gotin û helwestên xwe yên despêka vê pêvajoyê jibîr kiribin, zimanekî dijminantiyê bi taybetî li dijî Şoreşa Rojava, direk û endîrek zimanên xwe dirêjî Rêber Apo jî dikin.
Jixwe êrîşên ser Rojava, roj bi roj, saet bi saet zêdetir û xetertir dibin. Her çendîn bi navê Colanî û HTŞê tên kirin jî, lê ev êrîşkariye qirker û talanker yekser û ne veşirtî bi aşkere ji aliyê dewleta Tirk ve, di bin fermandariya Receb T. Erdogan û militaniya Hakan Fidan de tê birêveberin. Hêzên hegemon jî, hinek bêdeng in, hinek jî bi gotinên tal ê jahrî deng derdixin!
Van kes û kesayetiyên wisa, zûbezû nikarin xwe ji zihniyeta malxerab dûr bixin, mîna vîrûsa nexweşiya kronik a nijadperestiyê, talankeriyê û faşîzmê hildabin, bi kemoterapiyên nesihetwarî paqijkirina wan gelek zahmet e an dermankirina wan ne pêkan e.
Lê dîsa jî weke dua û gotinên klasîk yên herêmî ku dibêjin, “mirov hêviya xwe ji xwedê neke” tîna bîra mirovan.
Lê na xêr, divê em hêvî û baweriya xwe, ne bi gotin û cil û bergên rêveberên modernîstên derewîn bîne, em ê bîr û baweriya xwe bi felsefe û kiryarên Rêveberiya xwe, hêza gelê xwe û tevgêra xwe bînin.
Jixwe dîsa careke din, di şoreşa gelê me de û bitaybetî li Rojava kes û dewletên bi dev dost bi dil post û sixtekar derketin holê.
Îca divê Tevgêra Azadiyê ji van têkilî, hevalbendî û dostayiyên sixte, karibe hîn xurtir û zûtir dersa derxe.
Ev serpêhatiya, gotinek herêmî tîne bîra mirovan, dibêje; ji faalan bawer neke, lê bê fal jî nemîne”!
Wate; pişta xwe nespêre biyaniyan (bi bingehîn pişta xwe bispêra hêza gelê xwe û tevgêra xwe), lê bê dostên navnetewî jî nemînin!
Dîsa jî divê ji bo ev pêvajo têk neçe û bi serkeve, çi hêz û hostaya me hebe em bidin xebitandin, em zû bi zû dest ji ked û xebeta xwe ya me kiriye nekişînin, qasî misqalekî jî hêvî di karekî de hebe, ji bo ew hêvî were mezinkirin divê mirov bixebite!
Sibê 26ê Çile ye, roja salvegera 11an a rizgarkirina KOBANÊ ye.
Em, bi giyana berxwedana KOBANÊ ve bijîn!


