Gundê Tal Baroudê ji destê çeteyan hat rizgarkirin

Çeteyên ku xwestin li Bajaroka Çelebiyê ya li Kantona Firatê pêş bikevin. rastî bersiva tund a hêzên HSDê hatin. Li Girê Spî jî di encama erişên çeteyan de hêzên HSDê Gundê Tal Baroudê ji destê çeteyan rizgar kirin.

1 deqe xwendin
Gundê Tal Baroudê ji destê çeteyan hat rizgarkirin

Li ser banga seferberiya neteweyî ya HSDê bi milyonan kurd li çar parçeyên Kurdistanê û cihanê rabûn ser piyan. Li rojavayê Kurdistanê jî HSD bi tundî bersiv dide êrişên çeteyên HTŞê. Li bajaroka Çelebî ya Kantona Firatê çeteyên HTŞ û komên çete yên Tirkiyeyê xwestin pêş bikevin. HSDê bersivek tund da erişên çeteyan û darbeyên giran li wan xist. Hat ragihandin ku pevçûnên dijwar li herêmê berdewam dikin.

Li aliyê din çeteyên girêdayî Tirkiyeyê jî li Girê Spî êrişî hêzên HSDê kirin. Li hemberî êrişan yekîneyên leşkerî bersivek tund dan û gundê Tal Baroudê yê di bin dagirkeriya çeteyan de bû rizgar kir. Di pevçûnan de wesayîtek zirhî hat desteserkirin û kontrola li ser gund hat avakirin.