Hakan Fîdan : Em li gor rewşa şer tevdîran digirin
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku hevdîtin bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyaya Federal Johann Wadephul re kir, têkildarî şerê li Rojhilata Navînê de axivî. Fîdan ku got "Em ji bo her cure senaryoyê amade ne", anî ziman ku ew li gor rewşa şer tevdîran digirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, hevdîtin bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyaya Federal Johann Wadephul re kir. Fîdan bilêv kir ku di hevdîtinê de li ser rojevê axivîne û got: "Di serê van rojevan de şerê li Rojhilata Navînê hebû. Ji bo kêmkirina rageşiyê, em bi cîranên xwe û hevkarên xwe re danûstendinê dikin. Em bi her awayî li dijî wan planan in ku dixwazin li Îranê şerê navxweyî derxînin. Bila kes xeyala tiştekî wiha neke. Em ê nehêlin gavên şaş bên avêtin. Em ji bo her cure senaryoyê amade ne. Em bi şev û bi roj ji bo welatiyên xwe yên li herêmê dixebitin."


