Hakkari'de Bir Mevsim*

Hakkari'de Bir Mevsim… Ev navê filmeke li ser serpêhatiya rewşenbîrekî tirk e ku xizmeta xwe ya leşkeriyê di salên 1960’î de li Colemêrgê kiriye.

1 deqe xwendin
Hakkari'de Bir Mevsim*

Hakkari'de Bir Mevsim… Ev navê filmeke li ser serpêhatiya rewşenbîrekî tirk e ku xizmeta xwe ya leşkeriyê di salên 1960’î de li Colemêrgê kiriye. Bingeha ev filma li ser bîranînên Ferit Edgu ne ku nivîskarekî tirk e. Di wan salan de li şûna xizmeta leşkeriyê ya klasîk, hîndekariya di dibistanên seretayî yên li herêmên “paşvemayî” yên Tirkiyê de gengaz bû. Edguyê ku ji vê derfetê sûd werdigire, li gundekî Colemêrgê dixebite. Ev bi rewşên zivistanê yên gelekî dijwar re rû bi rû dimîne. Ji destpêka vê filmê heta dawiyê, mamosteyê me hewl dide rewşa xwendekarên xwe bi pêş bixe. Ev li ser wateya peyva “paşvemayî” qet fikiriye? Ez nizanim.

***

Dema ku di salên 70’yî de ez zarok bûm, min gelek caran digot min dixwest ez Colemêrgê bibînim. Çima? Ez nizanim. Dibe ku di çavên zarokekî de ku li Stenbolê dijiya, Colemêrg dûrtirîn bajarê Tirkiyeyê bû. Di pola me de nexşeyeke Tirkiyeyê hebû ku bi qasî min dirêj bû. Anku dûrahî di navbera Stenbol û Colemêrgê de bi qasî bejna min bû. Gelekî dûr! Di wê demê de min nezanî ku dûrahiya di navbera van her du bajaran de ne tenê ya erdnîgarî ye. Wê demê min nedizanî ku li Tirkiyeyê kesên ku bi tirkî naaxivin jî hene.

***

Di destpêka salên 80’yî de pêvekeke rojên yekşemê ya rojnameya Milliyetê hebû. Zeynep Oralê tê de nivîsên li ser çandê dinivîsandin. Hin ji wan nivîsan li ser çêkirina “Hakkari'de Bir Mevsim” bûn. Nivîskar li ser dijwariyên ku ekîba filmê pê re rû bi rû bûbûn, dinivîsandin. Di nav van dijwariyan de hin, bo nimûne rewşên zivistanê, ji bo min xwezayî bûn. Yekî ji wan ez gelekî heyirandim. Di navbera ekîba filmê û niştecihên gundê de ku lê film dihat amadekirin, pirsgirêkên ji hev fêmkirinê hebûn. Gundiyan bi tirkî nedizanî! Li Tirkiyeyê kesên ku bi tirkî nediaxivîn jî hebûn. Ev waneya min a yekemîn a kurdî bû.

***
Piştî gelek salan ez çûm wan herêmên dûr. Cara yekem, ez hefteyekê li Amedê mam. Ev di sala 2013’an de ji bo beşdariya civîneke matematîkê bû. Her cara ku ez diçim bajarekî nenas, heya ji destê min tê ez li derdorê digerim. Li Amedê di ‘Pêvajoya Aştiyê’ de, ev gelekî xweş û hêsan bû. Ji bo hemû niştecihan ku rastî min hatin, ji zarokan heta pîran, ev diyar bû ku ez ne ji Amedê bûm. Gelek caran, ji bo xwestina tiştekî yan jî tenê ji bo axivînê zarokan gazî min dikir: “Turîst! Hello!” Di rewşên wisa de, heke ez li bajarekî Tirkiyêyê bim, ez ji refleksê dibêjim “tu dikarî bi tirkî biaxivî.” Ewil, hindik mabû min ev bigota, lê ji nişkê ve ez lal bûm. Zimanê vî bajarî ne tirkî bû.