Hejmara 9emîn a Kovara Berxwedan Jiyan derket
Kovara Berxwedan Jiyan e ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku wekî bulteneke leşkerî, bîrdozî û siyasî tê weşandin, bi hejmara 9emîn derket.

Kovara Berxwedan Jiyan e ku ji aliyê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve her du mehan carekê tê amadekirin, hejmara xwe ya nû weşand. Kovar bi naveroka pêşketinên leşkerî, bîrdozî û siyasî du mehan carekê derdikeve, di hejmara 9emîn de jî bi naverokeke dewlemend cih da geşedanên herêmê û Kurdistanê. Di kovara bi sernava, “Şehîd Sembola Berxwedanê ne” derket de kar û xebatên gaziyên şer, hevdîtin û nûçeyên berfireh ên têkildarî rewşa siyasî û civakî ya heyî cih digirin.
‘Şehadet asta herî bilind a fedakariyê ye’
Di beşa “Ji Xwendevanan re” ya vê hejmarê de nirxên şoreşê hatin bibîrxistin û girîngiya têkoşînê û rola pêşengan hate destnîşan kirin.

