'Heke şerê birakujiyê dest pê bike em ê ji hikûmetê vekişin'
Ji rîvebirîn Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanî (YNK) Bilîse Cebar Ferman der barî îrîşîn Tirkiyeyî yîn li hemberî axa herîma Kurdistanî û piştevaniya PDKÔÇÖî ya di van îrîşan de ji ajansa Hewlatî re...
Ji rêvebirên Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bilêse Cebar Ferman der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî axa herêma Kurdistanê û piştevaniya PDK’ê ya di van êrîşan de ji ajansa Hewlatî re axivî. Ferman diyar kir ku heke şerê birakujiyê derkeve em ê ji hikûmetê vekişin û wiha got: “Ne tenê YNK heke tiştekî wiha biqewime divê hemû alî ji bo rê li ber vê xwekujî û întîharê bigire ji hikûmetê vekişe. Qendîl neşê têk biçe. Dema em li Qendîlê bûn rejîma BEAS’ê hemû hêzên xwe li wir qûç kiribû, lê dîsa jî Qendîl neket.”


