Li Îran û Rojhilat xwendekar dadikevin qadan
Xwendekarên zanîngehên Îranê bi armanca şermezarkirina rejîme di navbera 28-28ê sibatê de dadikevin qadan. Zanîngehên li Rojhilatê Kurdistanê jî tev li banga giştî dibin.

Serhildana gelan a li Îranê ligel hemû çews û zordariyên rejîmê jî berdewam dikin. Di çarçoveya çalakiyên bi xwepêşandanên li zanîngehan cardin qur bûn dê di 27-28ê sibatê de li dehan zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên berfireh bên lidarxistin.
Ji bo zanîngehên li Rohilat banga tevlêbûna çalakiyan
Xwendekarên li zanîngehanên Rojhilatê Kurdistanê jî dê tev li banga giştî bibin. Ji bo tevlêbûna xwepêşandanan bangawazî hate kirin û hate xwestin ku li her qada jiyanê zordariyên rejîmê bên şermezar kirin. Di daxuyaniyan de dê cangoriyên serhildanê bên bi bîr anîn û îstîfaya rejîmê bê xwestin.
Dema çalakiyên li hind zanîngehan wiha ye;
* Li Zanîngeha Allemayê dê xwendekar saet di 12.00an de li pêşiya Bîrdarê kom bibin.
* Li Zanîngeha Azad a Şehrîkurd xwendekar dê li Qada Şakayikê ya Kampûsa Navendî saet di 12.00an de kom bibin.
* Li Yekeya Zanist û Lêkolînê ya Zanîngeha Azad çalakî dê saet di 12.00an de li pêşiya fakûlteyê kom bibin.
* Li Zanîngeha Azad a Navendî ya Tehranê dê saet di 12.00an de li pêşiya avahiya Sereke çalakî pêk bê.
* Li Zanîngeha Sohanekê dê çalakî saet di 12.00an de li pêşberî Fakûlteya Sohanek-Hunerê çê bibe.
* Li Zanîngeha Azad a Benderabbasê dê saet di 09.00an de çalakî pêk bê.
* Li Fakûlteya Zanistên Tipê ya Zanîngeha Azad a Tehranê xwendekar saet di 12.00an de li pêşiya Fakûlteya Zanistên Tibî yên Nû û Paramedîk kom dibin.
* Li Zanîngeha Azad a Reştê dê saet di 11.00an de li pêşiya fakûlteyê çalakî dest pê bike.


