SIPRI: ‘HSD li Sûriyeyê cihek girîng digire’

SIPRIyê di rapora xwe ya stratejîk a sibata 2026an de, entegrasyona HSDê di nav artêşa Sûriyeyê de wekî yek ji mijarên sereke ku dê teşedariya ewlehiya Sûriyeyê diyar bike, nirxand. Di raporê de tê diyar kir ku ev pêvajo ne tenê rêkeftinek leşkerî ye, dê bi awayekî rasterast bandorê li teşedariya siyasî ya Sûriyeyê jî bike.

1 deqe xwendin
SIPRI: ‘HSD li Sûriyeyê cihek girîng digire’

Enstîtûya Navneteweyî ya Lêkolîna Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI) di rapora xwe ya stratejîk a 2020an de cihek berfireh da geşedanên li Sûriyeyê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê. Li gorî raporê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di deh salên dawî de bi hevkariya koalîsyona navneteweyî re di şerê li dijî DAIŞê de rolek bingehîn lîstiye û di encamê de xwedî pêkhateyek leşkerî ya rêxistî bûye.

‘HSD li Sûriyeyê cihek girîng digire’

Di raporê de tê daxwuyandin ku ji ber vê pêk hateya siyasî, entegrasyona HSDê nikare bi modelên klasîk ên hilweşandina mîlîsên herêmî re were qiyas kirin. SIPRI destnîşan dike ku HSD bi zincîra fermandariya xwe, hêzên ewlehiya navxweyî û kontrola sînor, li Sûriyeyê cîhek taybet digire.

‘Sê modelên entegrasyonê hene’

Rapora SIPRI sê modelên bingehîn ên entegrasyonê nîqaş dike. Li gorî raporê modela yekemîn ‘entegrasyona tevahî ya leşkerî’ ye. Di vê senaryoyê de hêzên HSDê bi tevahî di bin fermandariya artêşa Sûriyeyê de tên bicîhkirin û zincîra fermandariya wan a serbixwe tê betalkirin. Li gorî raporê, Şam herî zêde vê vebijêrkê dixwaze û disepîne.

‘HSD dikare nîv otonom be’

Li gorî raporê modela duyemîn, ‘fermendariya herêmî ya nîv-otonom’ e. Li vir hêzên HSDê di nav artêşê de cih digirin, lê li herêmên Bakurê Rojhilatê Sûriyê dikarin asta diyarkirî ya serbixwebûna operasyonî biparêzin. SIPRI diyar kir ku ev model dikare li gorî şert û mercên qadê yên heyî bibe çareseriyeke navîn.

‘Hêza herêmî ya bi statû’

Di raporê de modela sêyem jî wekî ‘teşedariya ewlehiya federal’ pênase dike. Di vê çarçoveyê de HSD ne tenê wekî hêzek leşkerî, dikare wekî hêzek ewlehiya herêmî ya bi statû bê nasîn. Di raporê de ev bijartek wiha tê ravekirin: “Ew dikarin di nav avahiya parastina neteweyî de bi fermandariya navendî re hevrêz bin, lê bi avahiyeke parastinê ya cuda hebûna xwe bidomînin.” Li gorî raporê, aliyên Kurd vê modelê wekî garantiya ewlehiya demdirêj dibînin.

‘Kurd di nenavêndîbûnê de Şam di navendîbûnê de israr dike’

Têkildarî dubendiya di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de jî tê diyarkirin ku cudahiya sereke di navbera aliyan de ne tenê li ser rêkeftina leşkerî ye û qasî wê dubendî li ser modela rêveberiya siyasî ye. Li gorî vê nirxandinê, aliyê kurd daxwaza pergala ewlehiyê ya desentralîze pêk bê ku di nav de rêveberiya herêmî xwedî desthilat jî heye. Li dijî vê yekê, Şam li ser parastina dewleta yekparçe û fermandariya navendî israr dike.

‘Pêvajo nemeşe rîska vegera DAIŞê heye’

Rapora SIPRI her weha hişyariya rîskên muhtemel jî kir û ev nirxandin kir: “Ger danûstandin bêencam bimîne, dikare pevçûnên herêmî derkevin holê, hêzên mîlîsî perçe bibin û valahiyên ewlehiyê çêbibin.” Li gorî raporê, ev valahî dikare şert û mercên guncaw ji bo çalakbûna şaneyên DAIŞê biafirîne.

Di raporê de her weha hate diyarkirin ku nîqaşên derketina hêzên DYAyê ji Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê bilez dike. SIPRI destnîşan kir ku kêmkirina hebûna leşkerî ya Washingtonê, HSDê zêdetir ber bi danûstandinên ewlehiyê yên bi Şamê re dikişîne.