Hêrsa kurdan

Dewleta tirk bi feraset, hiş û mêjiyê xwe li dijî deskeftiyên kurdan polîtîkayên xwe daye avakirin.  Lewra li ku derê deskeftiyeke kurdan hebe, li dijî wê tevdigere. Ji bo kurd nebin xwedî statu di nav xwe de rejîm guhert û dîktatorî ava kir.

1 deqe xwendin
Hêrsa kurdan

Dîsa dewletên dagirker û hevalbendên wan berê xwe dane kurdan û qetlîaman li ser kurdan pêk tînin û bi rûmeta kurdan dilîzin. Lewra li her çar aliyên Kurdistanê hêrsa civaka kurd zêde bûye û bertek nîşanî dagirker û hevalbendên wan dide. Zêdebûna hêrsa civakê li hemberî dagirkeran, rewşeke erênî ye. Jixwe hêrs her çiqas wekî têgiheke neyînî bê dîtin jî, di nav xwe de gelek wateyên erênî jî dihewîne. Hêrs li hemberî neheqî û bêdadiyê mirovan çalak û birêxistin dike. Li ser meseleyê bertekên rêxistin û kesayetên kurd ên li hemberî êrişên taxên Helebê, vê yekê piştrast dike. Bi bilindbûna hêrsê re hişyariya mirovan zêde dibe û mirov êdî dizanin ka li hemberî çi ne, ango mirov li hemberî neheqî û bêdadiyê hişyar dibin. Hişyarbûn bi xwe re xwenasînê tîne. Di esasê xwe de, hêrs dibe sedem ku mirov bersiva pirsa "ez/em kî me/ne?" bibîne/in. Hêrs berpirsyariya mirovan zêde dike û her wiha dibe sedem ku mirov bi awayekî li xwe û rewşa xwe hay bibe. Ji bo mirov ji rewşa xwe hay bibe, divê mirov pirsên wekî çima em di vê rewşê de ne? Ev neheqî çima li me dibe? Ev kesên vê neheqiyê li me dikin, kî ne? Helwesta rast li hemberî neheqî û bêdadiyê çi ye? Werhasil hêrs gelek pirsan di hiş û mêjiyê mirovan de ava dike. Heke mirov di çarçoveya pirsên rast de li bersivan bigerin, bêguman mirov wê bibin xwedî helwest. Helwesta kurdan a li hemberî çete û terorîstên Colanî û hevkarên wan, helwesteke neteweyî bû. Heke kurd vê helwestê di hêla pratîkî de rêxistin bikin, wê bersiveke rast li nav rûyê dagirkeran bikeve. 

Dewleta tirk bi feraset, hiş û mêjiyê xwe li dijî deskeftiyên kurdan polîtîkayên xwe daye avakirin. Lewra li ku derê deskeftiyeke kurdan hebe, li dijî wê tevdigere. Ji bo kurd nebin xwedî statu di nav xwe de rejîm guhert û dîktatorî ava kir. Tawîzan dide hêzên navneteweyî da ku kurdan li qada navnetewî bi siyasî nas nekin. Her wiha bû destbirayê DAIŞê û terorîstên li her devera dinyayê. Tirkiye bû mala terorîstên hov û cîhadîst. Li ser  esasê tunekirina deskeftiyên kurdan civaka xwe xwedî û kedî kir. Lewra civaka Tirkiyeyê jî li hemberî zordariya rejîma faşîst bêdeng dimîne. Îro piraniya rayedar, rewşenbîr, xwende, nexwende û medyaya tirk li dijî kurdan piştgiriya çete û terorîstên Colanî dikin. Ev yek di şerê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bi awayekî aşkere û zelal derket holê. 

Piraniya tirkan ji hovîtiya terorîstan a li hemberî kurdan li taxên Helebê dilxweş bûn. Dilxweşiya xwe li ser medyaya civakî, televîzyon û rojnameyên xwe aşkere kirin. Wezîrên dewleta tirk piştgiriya xwe ya terorîst û çeteyan vegot. Di esasê xwe de ji daxûyaniyên rayedarên dewleta tirk jî diyar dibe ku êrişa li ser kurdên Helebê bi destên wan hatiye orgenîzekirin û yekser bi awayî pratîkî wan, ev êriş pêk aniye. Dewleta tirk û bi taybetî jî Hakan Fîdan ê xwefiroş bi van êrişan dixwazin li Sûriyeya nû kurdan bê statu bihêlin. Lewra her carê devereke dikin hedef. Jixwe rejîma Colanî ya ji çeteyên cîhadîst pêk tê jî bûye kûçikê dewleta tirk. Lewra dewleta tirk berê wan bide ku derê, wekî gurê har êriş dikin. 

Bi kurt û kurmancî pêşiyan ji zû ve gotiye: Bextê romê tune ye! Tevî gotinên pêşiyên me û bi sedan cerîbînên me, hê jî em bi gotinên dagirkeran tên xapandin. Lê êdî divê helwesteke me ya yekgirtî û tijî hêrs li hemberî dagirkeran him di aliyê gotinê de him jî di aliyê pratîkî de hebe. Bêguman kurd li hemberî êrişên dagirkeran di gotinê de heta astekê bûne xwedî heman helwestê. Lê vê helwestê têra rawestandina êrişên dagirkeran nekir. Lewra li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê çeteyên Colanî bi piştgiriya dewleta tirk hovîtiyên xwe pêk anîn. Tevî berxwedana fedaiyên van her du taxan jî hovîtiyên mezin pêk anîn. Lewra divê bi ti awayî baweriya me kurdan bi dagirkeran neyê! 

Bêguman bi êrişên li ser taxên kurdan ên li Helebê hêrsa kurdan a li hemberî dagirkeran bilindtir û mezintir bû. Jixwe êdî ti gotin û daxwaz hêrsa kurdan a li hemberî dagirkeran kêm nakin. Lewra bi awayekî demkurt dagirker bi ser ketibin jî, bi awayekî demdirêj dagirkeran wenda kir û têk çûn. Bi vê hemleyê dagirkeran xwest ku di hêviyên kurdan de şikestinê pêk bînin. Berovajiyê vê hêvî û hêrsa kurdan mezintir bû. Hêrsa kurdan gihîşt ber erşê esman. Bêguman ev bi dewla serê berxwêdêr û gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê pêk hat. Dost û dijminan careke din dît ku dema mijar dibe rojavayê Kurdistanê hesasiyetên kurdan wek hev in. Ango Rojava xeta sor a hemû kurdan e. Jixwe vê yekê di çapemeniya kurdan de bi awayekî erênî û aşkere xwe nîşan da. Lê di vê mijarê de pirsgirêkek heye ku ew jî nezelaliya pêşengên kurdan e ku daxwazên kurdan bi awayekî zelal raber nakin. Her wiha heta niha nekarîne ku di aliyê pratîkî de ji bo parastina kurdan gavên şênber biavêjin. Heke di vê hêlê de hinek gav bên avêtin an jî lihevkirinek pêk bê, wê dagirker û çete nikaribin bi hêsanî êrişî kurdan bikin. Jixwe rewş û konjûktûra heyî vê li ser hemû hêzên kurdî ferz dike. 

Wê têkoşîna azadiya Kurdistanê bi her awayî bidome. Hêrsa kurdan wê bibe têkoşîna li dijî dagirkeriyê û li ser her bosta axa Kurdistanê li nav rûyê dagirkeriyê bikeve. Ji ber vê, wê dagirker di dawiya dawî de bi heqîqeta Kurdistanê re rû bi rû bimînin. Bêguaman dagirker bi van hemleyên xwe azadiya Kurdistanê bi paş ve dixin, lê wê ti hêz nikaribin li pêşiya azadiya Kurdistanê bisekinin. Hêrsa fedaiyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê wê bikeve dilê hemû kurdên xwedî wijdan û exlaq û wê li seranserî Kurdistanê aj bide.