‘Heta naskirina statuya Rojava dê tekoşîn bidome’
Di meş û mîtingên li bajarên Stuttgart û Kiel ên Elmanyayê de xwestin dorpêça li ser Kobanê rakin û statuya Rojava nas bikin û peyama “Heta naskirina statuya Rojava dê têkoşîn bidome” dan.

Kurd û Kurdistaniyan li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, bi armanca naskirina statuya Rojava meş û mitîng li dar xistin. Çalakî li Stuttgart–Ludwigsburg Bahnhofê destpê kir û li Marktplatzê bi mitîngekî bi dawî bû. Meş, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Bi dehan Kurdistanî tevlî bûn û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Gelê Kurd yek e” berzkirin. Di tevahiya meşê de, pankartên ku îşaret bi xwedîderketina li YPJ û YPGê dike û peyamên piştevaniyê ji bo şoreşa Rojava dide, hilgirtin. Girseyê xwest destkeftiyên gelê Rojava were parastn û statuya herêmê bi awayekî fermî bê naskirin.
Meş dema gihîşt Marktplatzê, mitîng hate lidarxistin. Nûnerên ku di mitîngê de axivîn destnîşankirin ku Rojava mînakekî şênber a jiyana bi hev re, wekhev û azad ên gelan li Rojhilata Navîn e. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku parastina pergala demokratîk a bi pêşengiya jinan, ji bo tevahî gelê Kurd û dostên wan berpirsyariyeke dîrokî ye.
Di peyamên qada mitîngê de hate diyarkirin ku heta statuya Rojava bi fermî were naskirin, wê têkoşînê dewam bike. Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdistan” bi dawî bû.
Kiel
Li bajarê Kiel ê Elmanyayê jî kurd û Kurdistaniyan êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê bi mitîngekî girseyî şermezar kir. Çalakvanan diyarkirin ku tevî peymanên hatine kirin jî dorpêç hîna nehatiye rakirin û hate xwestin ku êrîşên li ser gelê Kurd tavile werin rawestandin.
Mitîng li Asmus-Bremer-Platzê destpê kir. Kurdên li Kielê jiyan dikin û gelek kesên ku bi wan re di nava piştevaniyê de ne, tevlî mitîngê bûn. Girseya ku di qada çalakiyê de kom bûn, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz girtin.
Di çalakiyê de pankartên ku balê dikşîne ser têkoşîna azadiya Kurd a li Rojava dewam dike, hatin hilgirtin û timî dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kurdistan yek welat e”, “Gelê Kurd yek e”, “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Colanî” hatin berzkirin.
Hate diyarkirin ku wê ji bo pêhisandina têkoşîna mafdar ya gelê Kurd, li qadan bin û hate ragihandin ku 7ê Sibatê saet di 15:00an de meşeke mezin bê lidarxistin. Çalakvanan bang li gelê kurd û dostên wan kirin ku bi xurtî tevlî çalakiyê bibin.


