Hevdîtinên DYA-Îranê hatin taloqkirin

Hevdîtinên têkildarî amadekirina peymana dawîn ên di navbera DYA û Îranê de, hatin taloqkirin.

1 deqe xwendin
Hevdîtinên DYA-Îranê hatin taloqkirin

Hevdîtinên li Swîsreyê yên navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de yên ji bo amadekirina peymana aştiyê ya dawîn, hatin taloqkirin. 

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê de hate gotin, muzakereyên ku dihate plankirin bi beşdariya heyetên DYA, Îran, Qatar û Pakistanê li Burgenstockê dest pê bikirina, hatine taloqkirin. Di daxuyaniyê de ji bo hevdîtinan demeke nû nehate diyarkirin

Biryar piştî daxuyaniya li ser betalkirina serdana cîgirê serokê DYAyê JD Vance ya li Swîsreyê hate dayîn.

Di daxuyaniya Qesra Spî de jî hate gotin, detayên hevdîtinên teknîk ên li ser peymana dawî hîn diyar nebûne. Hate ragihandin ku heyeta DYAyê ji bo beşdariya li hevdîtinan amadekarî kiriye, lê asta lojîstîk a muzakereyan tevlihev e û zehmet e ku pêşdîtina wê bê kirin. 

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber vê sedemê Vance wekî ku hatiye plankirin dê êvara Pêncşemê neçe Swîsreyê.

JD Vance di daxuyaniya xwe ya beriya niha de gotibû, ji bo amadekirina peymana aştiyê ya dawîn a di navbera DYA û Îranê de, pêvajoya ji 60 rojî bi roja Pêncşemê dest pê dike û wê dawiya hefteyê biçe Swîsreyê. Lê belê anîbû ziman ku pêkhatina serdanê hîna ne diyar e.

Her wiha çavkaniyên dîplomatîk jî diyar dikin ku amadekarî didomin û muzakere dikare di rojên pêş de ji nû ve dest bikin.