Di êrişên Îsraîlê de 16 Lubnanî jiyana xwe ji dest dan
Di êrişa artêşa Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de 16 kes hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, artêşa Îsraîlê ji saetên şevê ve heya berbanga îro başûrê Lubnanê bi dijwarî topbaran û bombebaran kir û di encamê de 16 kes hatin kuştin.
Hate diyarkirin ku giraniya êrişan li ser gund û bajarokên navçeya Nebetiyê bûn. Der barê vê yekê de agahî hatin parvekirin ku berbanga îro bajarokên rojhilat, Harûf û Keferseyr hatin bombebarankirin. Bajarê Nebetiyê, Herêma Kefercoz, bajarokên Keferman, Zebdîn, Nebetiya Jorîn, Hebûş, Seced û Cebel El Reîf jî bi obîsan hatin hedefkirin.
Hate zanîn ku balafirên şer ên Îsraîlê bajarê Nebetiyê, bajarokên Kefertenbît, Nebetiya Jorîn û girên Rîhanê bombebaran kirin û du êrişên hewayî yên li pey hev li dijî herêma Kefercoz-Nebetiya pêk anîn, piştre jî herêma Eşmeiye ya di navbera bajarokên Şerqiye û Diwêrayê de û Qesîba, Kefer Decal û Kefertebnîtê bombebaran kirin. Di heman demê de taxa Rahîbat a bajarê Nebetiyê û derdora Kedersêr bi obîsan topbaran kirin.
Li gorî agahiyan di êrişa li ser bajarokê Keferseyrê de 3 kes hatine kuştin.
Bajarokê Cibşît jî bi dronan û obîsan hat hedefkirin. Bajarokê Edşît û herêma Kefercoz-Nebetiyê û bajarokê Tolê hatin bombebarankirin.
Hizbullahê jî ragihand ku wê yekîneyeke hêzên Îsraîlê ya hewl dida derbasî girên Elî Tahir bibe, kir hedef.


