DYEyê dorpêça deryayî ya li ser bendergehên Îranê rakir
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYEyê (CENTCOM) ragihand ku bi fermana Serok Donald Trump dorpêça li ser trafîka deryayî ya li bendergehên Îranê hatiye rakirin.

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) diyar kir ku dorpêça deryayî ya li ser bendergeh û herêmên peravî yên Îranê hatiye rakirin. Di daxuyaniya Fermandariya Hêzên Navendî ya DYEyê (CENTCOM) de hate gotin, bi fermana Serok Donald Trump hemû astengiyên li pêşiya liv û tevgera deryayî yên li ser Îranê bi dawî bûne.
Li gorî daxuyaniya CENCTOMê, hêzên DYEyê êdî ketin û derketina keştiyên bazirganiyên ji bendergehên Îranê ya di ser Derya Ûmmanê û Derya Ereb re asteng nake.
Biryar piştî wê mutabaqatê hate wergirtin ku di navbera DYE û Îranê de hate îmzekirin û di nava raya giştî de weke "Peymana Îslamabadê" tê binavkirin. Li gorî peymanê, şerê li Rojhilata Navîn divê bi dawî bibe, li hemû eniyan operasyonên leşkerî bisekine û Tengava Hurmuzê careke din bi temamî bê vekirin.
Di dewama daxuyaniya CENCTOMê de her wiha hate ragihandin ku heta hemû hukmên peymanê bi cih bêne anîn wê hêzên deryayî yên DYEyî li herêmê bimînin û bicihanîna hikumên peymanê ji aliyê aliyan ve bişopîne.


