Hêviya 8 salan ya vegera li warê xwe wê bibe rastî
Piştî 8 salan ew çenteya ku her car ji bo koçberî amade bû vê carê ji bo vegera li warê xwe li pişta xwe dikin

Gelê Efrînê, gelê berxwedêr ji bo vegera bi ewle amedekariyê xwe dikin. Ji bo vegerê koçberên Efrînê amekeriyê dikin. Di sala 2018an de dewleta tirk bi 72 balafiran êrişî bajarê Efrînê kir û di encamê de dagir kir. Dema ku dewleta tirk û komên girêdayî wê di 20ê çileya 2018an de êrişî Efrînê kirin û 20ê adarê bajar dagir kir, zêdetirî 300 hezar kes ji Efrînê koçber bûn. Bi hezaran xelkên Efrînê koç bûn. Zor û zehmetî di rêçberiya koçberiyê de dîtin.
Zêdetirî 300 hezar koçberên ku ji Efrîn, Şehba, Helebê di encama êrişan de 3 caran cihên xwe terikandin, li benda vegera bi ewle ne. Peymana ku 29ê Çileyê ya di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hat mihorkirin û di 30ê çileyê de hat aşkerekirin, wekî rojevek sereke ya rêveberiya xweser e. Di çarçoveya pêkanîna bendên peymanê de li ser xalên leşkerî, ewlekarî, rêveberî, aborî, perwerde û koçberiyê gotubêj, civîn û danûstandin hatin kirin.
Heta niha zêdetirîn li ser ji nûve bicîhkirina hêzên leşkerî û hêzên ewlekariya hundirîn hatiye rawestîn û gav hatine avêtin. Dîsa di aliyê rêveberî de jî hevdîtin hene. Bi taybet ji bo vegera koçberan xebat tên meşandin. Di peymanê de 2 bendên ku wekî xalên herî girîng û tevlîhev tên binavkirin jî mijarên koçberî û perwerdeyê ne. Li ser herdu xalan hîn danûstendinên berfireh nehatine kirin û gavên ber bi çav nehatine avêtin.
Lê di çend rojên dawî de mijara koçberiyê ketiye rojevê û amadekariyê ji bo vegera koçberan tê kirin. Li gorî agahiyan li Qamişlo 400 malbatên Efrînê hatine amede kirin ji bo vegerê. Bi hezaran koçber li benda vegera li ser cih û warê xwe ne. Ev gel xwedî dîrokekî tijî êş û berxwedanî ye. 9 sal in bi hêviya vegera li ser xaka xwe jiyan dikin û têdikoşin. Li gorî daneyan 450 hezar koçberên li benda vegerê ne. Ev xebata ku demeke dirêj amedekarî tê kirin wê van rojan têkeve meriyetê. Li gorî peymanê pêwîste vegerek bi ewle çêbibe û li bajarên Efrîn, Şehba, Girê Sipî û Serêkaniyê pergala ewlekariya hundirîn were avakirin.
Dema êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên kurdan ya vê dawiyê 150 hezar koçber neçar man ku derbasî bajarên Tebpa, Reqa, Kobanê û herêma Cizîrê bibin. Koçber li van bajaran li 150 navendên dibistan, mizgeft û cihên werzîşê hatin bicihkirin. Li gorî daneyên Heyva Sor a Kurd, 175 hezar kes derbasî herêma Cizîrê bûn û li dibistan, mizgeft, saziyên Rêveberiya Xweser û baxçeyên zarokan ên li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Girgê Legê, Rimêlan, Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê hatin bicihkirin. Beşek koçberan jî derbasî bajarê Kobanê bûn. Li gorî agahiyan têkildarî vegera koçberan civîn tên çêkirin amadekarî didomin. Li gorî hinek çavkaniyan diyar kirin ku di çarçoveya plansaziyan de wê ji bo cihên ku ewlekariya wan hatiye pêkanîn, veger pêk were.
Koçberî êşeke mezin e û bi sedan zarok bêyî ku li ser axa xwe bijîm mezin bûn dûrî bajarê xwe. Koçberî hesteke dijwar û nexweş di mirovan de dide avakirin. Koçberî ango bêmal û ax mirov wekî sêwiyan mezin dibe. Gelê Efrînê ji bo rojekê vegerin ser axa xwe sînorên berxwedan û sebrê şikandin. Her kêlî zarokên Efrînê bi hêviya vegerê mezin bûn. 8 sal ne hejmareke dîrokeke tijî êş û azare ji bo gelê Efrînê.


