Hevjîna Salih Muslim soza domandina têkoşîna wî da
Hevjîna Salih Muslim Eyşe Efendî soza domandina xeta wî ya parastina mafên gelê kurd da û got "Têkoşerekî navdar bû, hevrêyê Rêber Abdullah Ocalan bû, ji salên 1980yî ve jiyana xwe ji bo têkoşînê veqetand."

Hevjîna Salih Muslim Eyşe Efendî soza domandina têkoşîna wî ya xizmeta gelê kurd da û diyar kir ku Salih Muslim têkoşerekî navdar bû, hevrêyê Rêber Abdullah Ocalan bû û gelek caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn û li pêşberî wî û li pêşiya şehîdan soza domandina têkoşîna mafên gelê xwe da.
Eyşe Efendî bi bîr xist ku Salih Muslim di salên 1980yî de dest bi têkoşînê kir, bi rola xwe ya têkoşer di nava tevahî gelê kurd û Kurdistanê de dihat naskirin û got: "Mîrateya wî ya siyasî û têkoşîna wî di nava gelê me de dê zindî bimîne.”
Eyşe Efendî sersaxî ji gelê kurd û Kurdistanê û hevreyên şehîd Salih Muslim re xwest û got dê têkoşîna wî raneweste, gelê kurd dê nifş bi nifş şopdarê rêya wî be.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim duh êvarî ji ber nexweşiya gurçikan li nexweşxaneyeke Hewlêrê şehîd bû. Cenazeyê wî ji deriyê Sêmalkayê derbasî Rojava bû, ji Dêrikê heta Qamişloyê dê were pêşawazîkirin. Dê sibê li Qamişloyê were oxirkirin û li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê were veşartin.


