Hevseroka KNKê: Banga Ocalan formula çareseriyê ye

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 27ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştre...

1 deqe xwendin
Hevseroka KNKê: Banga Ocalan formula çareseriyê ye

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 27ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştre jî banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî re parve kir. Banga dîrokî li seranserî cîhanê deng veda. Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad têkildarî peyam û banga dîrokî ya Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.

Zeyneb Mûrad, diyar kir ku Abdullah Ocalan formûla civaka demokratîk û ya aştiyane xal bi xal vegotiye û got ku ev bang ne tenê gelê Kurd tevahiya gelan û cîhanê eleqeder dike. Zeynep Mûrad, wiha got: “Peyam û banga birêz Abdullah Ocalan di hundirê xwe de gelek tiştên girîng dihewîne. Di serî de jî ev meseleya çareseriya aştî û civaka demokratîk xala herî girîng ku birêz Abdullah Ocalan destnîşan kiriye. Di bangawaziyê de nirxandinên cuda hebûn lê ya herî girîng ku em di vê peyamê de bibînîn tevî ku 26 sal di hundirêgirtîgehê de di bin esaretê de îspat kir ku şîroveyên wî ji bo vê qonaxê ku em tê de dijîn çawa gelê Kurd, çawa gelê herêmî û Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê dê çawa bersiv bide vê peyamê ku em hemû bigihîjin aşitiyeke mayinde û çareseriyek demokratîk. Em behsa pêvajoyeke sedsalî ya tunekirina vî gelî dikin. Lêbelê em gihiştine wê qonaxê ku em tenê dikarin vê pirsgirêkê bi aştiyê çareser bikin. Ev peyam û bangawaziye ne tenê Tirkiyeyê eleqeder dike tevahiya herêmê eleqeder dike ev tevahiya cîhanê eleqeder dike. Li vir rastiyek jî heye di van 10 salan de, di nav de Tirkiye jî heyî bi şer û tundiyê nekarîn pirsgirêka Kurd çareser bikin û negihiştin armancên xwe. Loma niha demê wê hatiye ku ev qonax bibe qonaxa çareseriya aştiyê. Loma peyam di nav xwe de gelek tiştan dihewîne."

Banga çareseriya pirsgirêka ne

Zeyneb Mûrad, anî ziman ku peyama Abdullah Ocalan a dîrokî ji bo alozî û pirsgirêkên cîhanê nexşereya çareseriyê ye û ev tişt anî ziman: “Her çiqas şîroveyên cuda bên kirin jî ev di rastiya xwe de peyama aştiyê ye, peyama demokratîkkirina civakê ye, peyama siyaseta demokratîk e ku Kurd û hemû pêkhateyên civakê bikaribin bi hevre bijîn. Loma ez dikarim bibêjim peyameke dîrokî ye. Di van şert û mercan de tê xwestin pêngavên şênber bên avêtin. Ev dê pêngaveke gelek girîng be taybet weke dewleteke Tirkiyeye. Ev bangawazî ne tenê ji bo çareserkirina pirsgireka Kurde, ji bo çareseriya tevahiya Tirkiyeyê ye. Em hemû dizanin ku Tirkiye di qeyranên mezin de derbas dibe. Ji derveyî wê qeyranên derve hene, herêmî û cîhanî hene. Ev bang ji bo van hemûyan derfeteke ku çareser bikin. Çimkî di hundirê peyamê de jî ev qonax encama pêvajoyeke gelek dîreje. Pêwîst hat dîtin ku banga aştî û azadiyê bê kirin. Ev peyam ne tenê ji gelê Kurd re ji tevahiya gelên cîhanê re ye. Ev firsendeke û divê bê bikaranîn. Ji ber ku êdî dibe ku ev firsend neyê bidestxistin. Bendewariya me, hêviya me û daxwaza me ji birêz Abdullah Ocalan ev bû. Em di wê baweriyê de ne ku ev